HPG’ê got: “25’ê Nîsanê di saet 22.00’an de hêzên me li helîkoptera ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi cih bibe, xist û derb li helîkoptera Skorsky hate xistin.”
Dûran Kalkan got, “1’ê Gulana 2024’an wê bibe lûtkeya rabûna sosyalîstan.” Ferzat Can, jî got ku divê dirûşmeya “Her der Taksîm, her der berxwedan” li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bibe.
HPG’ê ragihand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 gerîla şehîd bûne û got, “Hevreyên me bi sekna xwe ya esîl û bi îradeya xwe ya bênavber mîraseke mezin a têkoşînê ji peyrewên xwe re hiştin.”
PJAK bi awayeke serketî Kongreya xwe ya 7. bi dirûşmeya "Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê Kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin" çêkir. Emîr Kerîmî û Peyman Viyan weke hevserokatiya nû ya partiyê hilbijartin.
Parêzer Jan Fermon diyar kir ku nêzîkatiya Fransa û Belçîkayê ya li hemberî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê mînaka bêhiqûqiyê ye û destnîşan kir ku divê li dijî vê yekê têkoşîna hiqûqî li Fransayê were meşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Rojavayê Zapê di çalakiya YJA Starê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de dagirkerek hate cezakirin.
Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînîyî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."