Xelkê Colemêrgê li ber xwe dide: Bila xebatên kanên madenê bên rawestandin

Li herêma Marînos a Colemêrgê, nobeta gel a li dijî xebatên kanên madenê di roja 4’an de ye.

BERXWEDANA LI DIJÎ KANÊN MADENÊ

Xebatên kanên madenê yên ji sala 2007’an di gundê Marînos a Colemêrgê de hatiye destpêkirin xwezayê xera dike. Çalakiya welatiyan a li dijî kanên madenê di 22’yê nîsanê de destpê kiriye jî berdewam dike. Li gel şêniyên li herêmê gelek welatiyên ji navçeyên derdorê tên jî piştgiriyê didin çalakiyê. Çalakvan dixwazin xebatên kana madenê ya Şîrketa Kanê ya Sedex Resources daye destpêkirin werin rawerstandin.

Çalakiya ser Pira Şinê ya ser riya Colemêrg û Çelê hatiye destpêkirin di roja 4’emîn de berdewam kir. Welatiyên ku hem bi rayedarên Walîtiya Colemêrgê re hem jî bi rayedarên fîrmayê re hevdîtitinan pêk anîne diyar kirin ku daxwazên wan neyên qebûlkirin. Çalakiya gundiyên li herêmê berdewam dike û cendirme jî li herêmê tevdîrên ewlehiyê zêde kirine.

Nêzî 100 çalakger nobetê li herêma ku xebatên kana madenê lê tên meşandin didome û welatiyên ji navçeyên derdor tên jî piştgiriyê didin çalakiyê.

Welatî daxwazên xwe wiha rêz dikin:

* Xebatên kana madenê yên li ser çêra gundê Marînos bila were sekinandin.  

* Zirara kana madenê daye hawîrdorê bila were rastkirin.

* Texrîbatan kana madenê bila ji holê werin rakirin, gund wekî berê were sererastkirin.

* Bila ji nû ve dar li herêmê werin çandin.