Li Amedê qeyûm di nelirêtî û texrîbatê de sînoran nas nakin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn nelirêtî û texrîbatên ku qeyûm bûyîn sedem, eşkere kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn li Amedê bi rojnamevanan re hatin ba hev û texrîbatên qeyûm aşkerekirin. Hevşaredar Hatûn aşkere kir ku herî kêm 44 neguhêzbar hatin dewr kirin.

Hin neguhezbarên hatine dewrkirin wiha ne:

12’ê kanûna 2019’an: Erdê Dibistana Seretayî yê Înonuyê yê li navçeya Yenîşehîrê - Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Bajêr

12’ê tîrmeha 2021: Li Taxa Firatê mescîda jin û mêran û tûwalet ên nava Tema Parkê - Miftîtiya Navçeya Peyasê  

11’ê mijdara 2021’an: Mizgefta li Hezroyê û hezar û 30,88 mîtroçargoşe erd - Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajêr

12’ê îlona 2023’yan: Karabaş, erdê Dibistana Navîn a Pîlot Ogûz Yenen (27 hezar û 105 mîtroçargoşe) - Wezareta Perwerdehiya Netewî

15’ê kanûna 2023’yan: Avahiya prefabrik a li Taxa Kaynartepe ya Rezanê - Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr

15’ê kanûna 2023’yan: Hezar û 130,43 mîtroçargoşe erdê li taxa Hûzûrevlerî ya Peyasê - Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr

14’ê mijdara 2023’yan: Korta tenîsê, basketbol û sehaya futbolê ya li Taxa Yenîşehîr a navçeya Licê di nava qadeke 5 hezar û 994,90 mîtrokare de cih digire - Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajêr

10’ê çileya 2024’an: Gozalan (Qada Seyranê ya Devegeçîdiyê) a li Peyasê - Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Bajêr

11’ê adara 2024’an: Tesîsên Civakî yên li Hazara Xarpêtê - Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajêr

21’ê sibata 2014’an: Mala Zanînê ya li Taxa Yeşîl a li Xana Axparê (Çinar) - Qeymeqamtiya Çinarê

10’ê çileya 2024’an: Mala Zanînê ya Alî Emîrî, Mala Zanînê ya Navendî, Lîseya Akademî ya Şehîd Alî Gaffar Okan, Kafeya Pirtûkan a Tema Parkê, Kafeya Pirtûkan a Qada Bajêr û Parka Kardeşlîkê - Midûriyeta Perwerdehiyê ya Netewî ya Bajêr

14’ê sibata 2024’an: Erdê li Parka Koşûyolû û Parka Newrozê ji bo avakirina Navenda Tenduristiyê ya Malbatê - Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr

NEGUHEZBARÊN HATIN FIROTIN

* Peyas: Parselê bi hejmara 1 a girava 25265, parselê bi hejmara 1 a girava 25266, parselê bi hejmara 1 a girava 25277, parselê bi hejmara 1 a girava 25276, parselê bi hejmara 1 a girava 25278

* Bajarê Nû: Parselê bi hejmara 1 a girava 30127, parselê bi hejmara 3 a girava 30130, parselê bi hejmara 2 a girava 30142, parselê bi hejmara 1 a girava 30153, parselê bi hejmara 2 a girava 30153, parselê bi hejmara 3 a girava 30153, 104 hezar û 544,93 mîtroçargoşe yên li parselên bi hejmara 1 û 4’an ên girava 30174’an.