HBDH'ê banga rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan kir

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 109’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de bi daxuyaniyeke nivîskî banqa rûbirûbûna qirkirinê û hesabpirsîna faşîzmê kir.

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di 109’emşn salvegera Qirkirina Ermeniyan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HBDH’ê wiha ye:

"24’ê Nîsana 1915’an roja destpêka qirkirina gelê Ermen e. Zêdetirî 109 sal di ser qirkirina ku bi destê serdestên Osmaniyan ve hatiye kirin, de derbas bûne. Êş û birînên gelê me yê Ermen hê jî weke roja ewil zindî ne  û nekewiyane.

Ji gelê me yê Ermen milyonek û nîv însan ji aliyê Îttîhad û Terakkîyê ve ji bo ku desthilatdariya xurt bikin, hatin qetilkirin. Însanên ku ji qirkirinê rizgar bûn jî weke hebhinarkan li seranserê cîhanê belav bûn û neçar man ku li sirgûnê derveyî xaka xwe bijîn.

Qirkirin tenê bi awayê qetlîamên fizîkî pêk nehat, her wiha hemû danehevên maddî yên gelê Ermen hatin desteserkirin û ji bo bûrjûwaziya neteweyî ya nû ya Tirk weke çavkaniya sermayeyê hatin pêşkêşkirin.

Gelên Tirkiye û Kurdistanê, şoreşger, sosyalîst û welatparêz piştî qetilkirina Hrant Dînk hêrseke mezin nîşan dan û bi şîara; ‘Em hemû Ermenî ne’ kom bûn û derbeyeke mezin li polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk xistin. Ev hêrsa girseyî ya milyonan însanan di heman demê de ji bo rûbirûbûna Qirkirina Ermeniyan jî gaveke pir girîng bû. Lê belê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelan hê jî nîjadperestiyê weke çekeke girîng bi kar tîne.

Di salvegera Qirkirina Ermeniyan de hewce ye karkerên Tirk, karkerên jin ên Tirk û ciwanên Tirk li dijî vî sûcê dermirovî ku ji aliyê serdestên desthilatdar ên Tirk ve hatiye kirin, helwesta xwe nîşan bidin. Hewce ye êşa gelê Ermen parve bikin û  lêborîna xwe bixwazin.

Girêdayî van yekan hewce ye xwedî li mafên gelê Ermen derbikevin û daxwazên wan ên demokratîk werin qebûlkirin û ev yek di çarçoveya têkoşîna polîtîk de were nirxandin. Ji bo bidawîbûna polîtîkayên zext û zilmê yên li dijî çand, ol û baweriyan û ji bo avakirina jiyaneke wekhev, birûmet û azad em banga mezinkirina têkoşîna şoreşa yekbûyî dikin.’’