Şehîdên Nîsanê û Qereçoxê hatin bibîranîn

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê şehîdên Nîsan û Qereçox bi bîr anîn û gotin: “Em ê heta serketinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî şopdarên şehîdan bin.”

Bi boneya Roja Şehîdan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şehîdên êrîşa Qereçoxê û şehîdên meha Nîsanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

TEBQA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li goristana şehîdan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa Mezlûm Yûsiv tevahî şehîd bi bîr anîn û soza şopandina berxwedan û têkoşînê da.

Di çalakiyê de find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Di dawiyê de li ser şehîd Ezîz Ereb û têkoşîna wî sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê daxuyaniyek da. Endama meclîsê Dariya Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin bi saya fedakariyên şehîdan destkeftî hatin pêkanîn û dê heta serketin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiyê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

HELEB

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Qada Şehîdan daxuyaniyek da. Endama rêvebera meclîsê Rewşan Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ew soza xwe ji şehîdan re nû dikin û heta serketinê li ser şopa wan in.

Di dawiyê de hat diyarkirin dê şehîd her tim rêya serketin û rizgarkirina xakên dagirkirî ronî bikin.