HBDH: Notirvanek hate cezakirin

Milîsên Orhan Yilmazkaya yên HBDH’ê ragihand ku li navçeya Esenyûrt a Stenbolê notirvanek ceza kirine.

ÇALAKIYA HBDH’Ê

Milîsên Orhan Yilmazkaya yên Tevgera Şoreşa Yebkûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: ‘’Di 24’ê Nîsanê saet 21.00’an de li Taxa Osmangaziyê navçeya Esenyûrt a Stenbolê notirvanek êşkencekar ê rejîma AKP û MHP’ê gava ku dixwest wesayita xwe park bike û dest bi karê xwe bike, bû hedefa guleyên me.’’

Di daxuyaniyê de ev yek jî hate gotin: "Demildest Metînayê û xakên ku hûn hewl didin dagir bikin, biterikînin! Yan hûn ê tim bibin hedefa me! Em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî refên HBDH’ê bibin û ji faşîzm û hevkarên wan hesap bipirsin.’’