IQ’ya zarokê 12 salî ji Eînsteîn û Hawkîng bilindtir derket

Li herêma Devon a Îngîlistanê zarokekî 12 salî di testa Cattell III-B IQ’yê de hem Albert Eînsteîn hem jî Stephen Hawkîng li pey xwe hişt.

Zarokê bi navê Rory Bîdwell du pûanan ji du mirovên zanyar zêdetir stend û pûana herî bilind ku 162 e bi dest xist.

Li gor nûçeya North Devon Gazette, Rory Bîdwell du hefte piştî rojbûna xwe ya 12’emîn li Exeter "bêyî amadekarî" kete testeke du saetan.

Di encama testan de Rory rekor şikand û 162 pûan a bêhempa bi dest xist. Heke em berawird bikin; em dikarin bibêjin ku du fîzîknas, Albert Eînsteîn û Stephen Hawkîng, xwedî IQ’yên 160 bûn.

Çend roj piştî van encaman, Rory vexwendin Mensayê ku yek ji wan komeleyên li cîhanê xwedî IQ’yên herî bilind tê de cih digirine.

Rory yekem car dema ku ew du salî bû, nîşaneyên jêhatîbûna zîhnî ya derasayî nîşan dida û bi tena serê xwe puzzlên ji 100 perçeyan pêk tê çêdikir.

Piştre di sala duyemîn a dibistana navîn de serwerî bernameya cebrê ya pola 7’an bû. Li gorî dayika wî, ew "mejiyek bêhempa ye ku dikare her tiştî fam bike û agahiyan ji ber bike."

Tevî vê yekê, Rory hîn jî zarokekî 12 salî ye û normal e ku carinan hewce dike spartekên wî yên dibistanê ji wî re bê gotin. Kurik di heman demê de di warê werzîşê de jî baş e û di kros û ragbî de nûnertiya dibistana xwe dike. Li gorî The Guardîanê ew ji hêla tîma futbolê ya Torrîdgesîde ve jî wekî lîstikvanê salê hate hilbijartin.