Cenazeyê Şehîd Nîdal Îbrahîm li Til Hemîsê hat veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîdal Îbrahîm El Mihemed ku li Til Hemîsê şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û partiyan ji bo veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Nîdal Îbrahîm El Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê kom bûn. Nîdal Îbrahîm El Mihemed duh li herêma Cinûb El Red a Til Hemîsê şehîd bûbû.

Di merasîma veşartinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Til Hemîsê Mihemed El Hesen jî wiha axivî: "Em ê rê û paragdîmaya Rêber Abdullah Ocalan temam bikin û di oxira parastina welat de, canê xwe feda bikin."

Endamên malbata şehîd Nîdal jî soz da ku rêya şehîdan berdewam bike.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û şehîd li goristanê hate veşartin.