BI DÎMEN

'Çapemeniya Kurd nayê bêdeng kirin'

Li Munîhê êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk û êrîşên li dijî Çapemeniya Azad hat protestokirin.

LI MUNÎHÊ ÇALAKIYA PROTESTOYÎ

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Azad Şevger hat lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi serdana Erdogan a ji bo Başûrê Kurdistan û Iraqê pêk hatiye û hat diyarkirin ku serdegirtin û sansura ku Fransa û Belçîka li dijî çapemeniya Kurd kir, antîdemokratîk e.

Di çalakiyê de danezana Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê ve hat xwendin.

Çalakvanan dirûşmeyên “Ji çapemeniya Kurd re azadî, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Jin Jiyan Azadî”, “Hoch die internationale Solidaritat”, “Kujer Tirkiye, Dîktator Erdogan” hatin berzkirin.