HEVPEYVÎN

Du caran hat koçberkirin, lê xwe ji berxwedanê neda alî

Sena Omer ku ji ber êrîşên dagirkeriyê di sala 2011’an de ji Helebê û di sala 2018’an de ji Efrînê koçber bû. Sena Omer ji Şehbayê temaşeyî mala xwe ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û weke nuqteya leşkerî tê bikaranîn, dike.

ÇÎROKA KOÇBERIYÊ

Sena Omer a 49 salî ji gundê Aqibê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye û dayika 4 zarokan e. Sena Omer a li Helebê ji dayik bû, di sala 2011’an de dema çeteyên Cephet El Nusra êrîşî Helebê kirin, neçar ma mala xwe bibe gundê Basilê. Di sala 2018’an de dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir neçar ma gundê xwe biterikîne û li gundê Aqibê yê Şêrawayê bi cih bibe. Mala xwe ya ku qasî 900 metre dûr e, ji gundê Aqibê temaşe dike. 

Sena Omer serpêhatiya xwe ji ANF’ê vegot. Sena Omer diyar kir ku di sala 2011’an de ji ber êrîşên çeteyan neçar mane ji Helebê koçî gundê Basil yê Şêrawayê bikin û wiha got: “Ez piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Efrînê di rêxistinên komînê de cih girtim. Di sala 2015’an de beşdarî xebatên Kongra Starê bûm. Me dikarî bi zimanê dayikê û çanda xwe bijîn. Jiyanek me ya aram hebû. Dibistanên me bi zimanê dayikê perwerde dida, çanda me zindî bibû. Rêxistibûna jinan xurt bû. Ya rast rêxistinbûna civakê bi pêşengiya jinê pêk dihat.”

Sena Omer got ku ew di sala 2018’an de piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk li ser Efrînê koçî Şehbayê bûne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Piştî dagirkirina Efrînê warê me ku me bi keda xwe ava kir belav bû. Piştî dagirkirinê em neçar man ji gundê xwe derbikevin. Cara duyemîn koçkirin ne hêsan bû. Min bi destê xwe mala xwe ava kir, min darên xwe yên zeytûn û fekiyê bi destê xwe mezin kir. Keda bi salan hat talankirin, gundên me hatin şewitandin. Gelek gund jî bûn nuqteya leşkerî. Gundê Basilê ku mala min lê ye, niha veguheriye baregeha leşkerî ya çeteyan. Ez her roj li ser ban an jî ji dûr berê xwe didim gundê xwe. Ez dikarim mala xwe bibînim. Niha çete lê bi cih bûne û wêran bûye. Dilê min pê dişewite.”

LI HÊVIYA VEGERA GUNDÊ XWE YE

Sena Omer diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî li ser Şehbayê didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîş bêyî navber didomin. Em serê sibehê bi guleyên topê çavê xwe vedikin. Rewşa malbatên ku zarokên wan ên biçûk hene xiraptir e. Êrîş bandoreke neyînî li ser zarokan çêdike. Rasterast hundirê gundan hedef digirin. Gundê Aqibê jî yek ji van gundên ku tên hedefkirin e. Lê me hêviya vegera xwe ya Efrînê winda nekir. Em dizanin ku dema çûyîna me ya Efrînê nêz e. Ev êrîş wê îradeya me neşikîne û em ê dest ji têkoşînê bernedin. Li Helebê mala min heye lê ez li hêviyê me vegerim mala xwe ya li Basilê. Em di ferqa polîtîkayên heyî de ne. Dewleta Tirk dixwaze em ji Şehbayê koç bikin, lê wê negihe armanca xwe.”