BI DÎMEN

'Li ber çavên dewleta Tirk Kurdistan yek parçe ye'

Ji Rêveberiya Xweser Gulistan Elî anî ziman ku Kurdistan li ber çavê dewleta Tirk yek parçe ye, dixwaze Kurdan bi temamî tasfiye bike û got, PDK bi vî rengî nabîne û hevkariyê pê re dike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Alîkara Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî got, li dijî êrîş û lîstikên qirêj ên dewleta Tirk pêwîstî bi têkoşîneke ji hêza cewherî heye.

Gulistan Elî têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku hikumeta AKP-MHP'ê ji hilbijartinê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe. Gulistan Elî got, "Erdogan bi afirandina dijminekî her tim hewl da ku desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle. Îro jî heman siyasetê dike. Bi planên êrîşê yên nû yên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide xwe ji vê krîzê rizgar bike. Yekane çareya ku ji AKP'ê r maye ew e ku siyaseta xwe derbasî derve bike û bi siyaseta şer careke din li rêyeke rizgarbûnê digere. Ji xwe bi êrîşan ev plana xwe jinûve xistiye meriyetê. Her wiha bi hin hewldanên dîplomatîk hewl dide şirîkan ji xwe re peyda bike. Bi gelek dewletan re hevdîtin kir, hevdîtinên li Iraq û Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de ne. Armanca esasî ya dewleta Tirk a ji van hevdîtinan dagirkirina hin herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo vê jî gelekî hewl da, êrîş jî qet nesekinîn. Li başûr heta niha êrîş birin ser gelek deveran. Dixwaze hikumeta Iraqê tevlî van planên dagirkeriyê bike. PDK heta niha piştgirî dida wan, lê belê vê carê dixwaze bi rengekî çalak tevlî bibe. Bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe."

Gulistan Elî diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve siyaseta ku PDK dimeşîne zerarên cidî da herêmê û wiha dewam kir, "Bi heman rengî zerareke mezin da Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk ti carî Kurdistan weke çar parçe nedît. Ji ber vê jî her parçeyek li hemberî xwe weke gefeke mezin dît. Polîtîkaya xwe ya der barê Kurdan jî timî bi heman rengî bû. Ti carî weke Rojava, Bakur an jî Başûr lê nenihêrî. Ji bo wan tasfiyekirina Kurdan girîng bû. Mixabin PDK ev yek ti carî bi vî rengî nedît.

Li ti parçeyekî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd, têkoşîna ji bo bidestxistina mafên xwe nehate qebûlkirin. Mixabin di her pêvajoyeke hesas de PDK bi aliyê şerê li dijî Kurdan tevgeriya. Yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî şoreşê şer dikin, piştgiriya herî mezin ji PDK'ê dîtin. PDK hîn jî di lîstikên mezin ên dijmin de bi roleke girîng radibe. Yê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike, ji bo xêra dewleta Tirk daxuyaniyan dide PDK bi xwe ye. Ev êrîşên li ser Rojava û Başûr wê ne ji bo berjewendiya PDK'ê bin.

Tasfiyekirina Şoreşa Rojava yan jî dagirkirina hin herêmên li Rojava di heman demê de wê bibe dawiya PDK'ê. Divê ev eyk baş bê zanîn, siyaseta li ser çar parçeyên Kurdistanê heman siyaset e. PDK çiqasî bi rengekî parçekirî bibîne û li gorî wê siaysetê bike jî di polîtîkaya îmhayê ya dijmin de Kurdistan ti carî weke parçeyekê ji hev cuda nehate nirxandin. Îro gefeke mezin li ser Başûr heye. Amadekariyên dewleta Tirk û derbasbûna nava Başûr bi destûra PDK'ê dibe. Di asta heyî de êdî dewleta Tirk ne tenê piştgiriyê, her wiha tevlîbûna çalak a leşkerî jî ji wan dixwaze."

Gulistan Elî têkildarî helwesta gelan a li hemberî van metirsiyan jî got, "Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê em careke din bi hêz û berxwedana xwe, xwe nîşan bidin. Çawa ku di pêvajoyên destpêkê yên şoreşê de me bi hêz û berxwedana xwe pêşî li wan girt, îro jî divê em heman rêxistinî, berxwedan û biryardariya xwe nîşan bidin. Yanî careke din di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, çawa ku bi hêz û têkoşîna gelan û Rêveberiya Xweser di şerê Kobanê de li pêşberî berxwedana mezin a gel ew nikarîbûn bêhelwest bimînin, îro jî bi heman berxwedan, hêza me û rêxistiniya me em dikarin vê pêvajoyê bi xurtî pêşwazî bikin. Naxwe şaş e ku ji hêz û dewletên cuda hêvî bikin."