ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn. -
Li Hesekê û Til Temirê çalakiyên bîranîna şehîd Zîlan
Di 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan de, Meclîsa Jinan a TEV-DEM’ê li Hesekê navendek vekir û li Til Temirê çalakiya bîranînê hate lidar xistin. -
Şervanê QSD'ê Ceger Hesekê di qezaya perwerdeyê de şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ceger Hesekê (Mihemed Hesen Necîm) 28'ê Hezîranê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ceger Hesekê li gundê Berkevir ê girêdayî Dirbêsiyê hat veşartin. -
Şehîd Zîlan li Kobanê bi meşekî meşaleyî hat bibîranîn
Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şorger ên Kantona Firatê bi boneya salvegera 29’emîn a şehadeta Şehîd Zîlan meşekî meşaleyî li dar xist. -
Li Helebê bi hinceta ‘sembola Kurdî’ ciwanek hate revandin
Hêzên girêdayî Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên çeteyên girêdayî Enqereyê, li Helebê ciwanek Kurd bi hinceta ku di telefona wî de “wêne û sembolên Kurdî” hene, hate revandin. -
‘Çalakiya heval Zîlan afirandina jiyana azad e’
Endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û got, “Ev çalakiya heval Zîlan çalakiyeke afirandina jiyaneke azad û wekhev e. Ev çalakiya mezin li tevahiya cîhanê deng veda.” -
Li Hesekê meşa ji bo azadiya Rêber Apo
Li Hesekê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gel bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî girseyî hate lidarxistin. Nûnera Kongra Starê Mehed Silêman di meşê de li ser navê hemû jinan banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Li Sûriyeyê jin û zarokên keç ên Elewî hedef tên girtin
Piştî êrîşên li dijî Elewiyan ku di meha Adarê de li Sûriyeyê pêk hat, di bûyera revandinê de zêdebûnek çêbûye. Li Tartûs, Lazkiye û Hemayê ji ber fikarên ewlehiyê malbat ditirsin zarokên xwe bişînin dibistanê. -
Rojnamevan Hesen Zaza hat binçavkirin
Nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Çapameniya Erebî li Sûriyeyê Hesen Zaza ji aliyê hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat binçavkirin. -
'Ez tu caran wê rojê ji bîr nakim'
Mazlûm Palas ê ku bavê wî û birayê wî di Komkujiya Kobanê de şehîd bûne anî ziman ku ew ew tu caran wê rojê ji bîr nake û tu carî ji mejiyê wî derneketiye. -
Şahida komkujiya Kobanê: Sed sal derbas bibe jî em ji bîr nakin
Çend meh piştî ragihandina rizgarbûna xwe, Kobanê bi sibeha herî tarî re şiyar bû. Di 25’ê Hezîrana 2015’an de, DAÎŞ’ê sivîlan hedef girt. Kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne wê rojê wekî "rojeke tarî’ ku di bîranînan de cih girtiye" bi nav dikin. -
Ji birîndarên komkujiyê Bozan Kobanê qala komkujiya Kobanê kir
Bozan Kobanê yê di êrîş û komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an de birîndar bibû got, “Di van êrîşên çeteyan de gelek malbatên me hatin qetilkirin. Hinek kal û pîr nekuştin lê ji wan re gotibûn, ‘Em we dihêlin da ku hûn ji êş û qehran bimirin’.” -
‘Serê keça min li ser sînga min bû, dema xatir xwest’
Di komkujiya ku tenê pênc meh piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji dorpêça DAÎŞ’ê pêk hat de, Zubeyda hem keça xwe û hem jî hevserê xwe winda kir. Wê şevê wiha vedibêje: "Peyva dawî ya Narînê dayê bû.” -
Bi hezaran kes li Qamişloyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Li bajarê Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê de îşaret bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin û bang li dewleta Tirk hate kirin ku gavên bilez biavêje. -
YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê operasyon kir: 2 çete hatin girtin
Navenda Ragihandina YPJ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku bi pêşengiya YPJ’ê û bi alîkariya QSD’ê li Dêrazorê bi operasyonekî taybet yek ji serçete 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Li Pakrewangeha Kobanê û Berxbotanê şehîdên Komkujiyê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Kobanê û gundê Berxbotanê di salvegera xwe ya 10`emîn de li ser gorên xwe bi pêxistina findan hatin bîranîn. -
'Nizanim xwe bavêjim kîjanî û li ser kîjanî de bigirîm'
Ji malbatên qurbaniyên komkujiya Kobanê Ednan Hesen, ku 11 xizmên xwe ji dest da, di salvegera komkujiyê de cangorî bi bîr anî. -
Federasyona Gaziyan şehîd Çekdar bi bîr anî
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Çekdar bi bîr anî û wiha got, "Em soz didin ala têkoşînê ya heval Çekdar her tim bilind bikin, hêvî û xeyalên şehîdên xwe bi serkeftina herî pîroz, tacîdar bikin." -
Li Efrînê ciwanek hat revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî bi ser malekê de girt û ciwanek revand. -
MSD’ê êrîşa li ser dêra li Şamê şermezar kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) komkujiya ku di 22’yê Hezîranê li Dêra Mar Elyas a li Şamê pêk hat, şermezar kir. -
QSD’ê êrîşa li Şamê şermezar kir
QSD’ê êrîşa li ser dêra Mar Ilyas a li Şamê şermezar kir û diyar kir ku ew amade ye li tevahî herêmên Sûriyeyê beşdarî her hewldaneke li dijî terorê, bibe. -
Komên çete li ser Til Eranê de girtin: Gelek ciwan hatin revandin
Komên çete li ser bajarokê Til Eren rojhilatê bajarê Helebê ku Kurd lê dijîn girtin. Di serdegirtinê de bi dehan ciwan hatin revandin. -
Li Şamê li dijî dêrê êrîş: Herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da
Di encama êrîşa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyas a li Şamê de, 15 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya 3 şehîdan hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana li dijî dewleta Tirk de di demên cuda de şehîd bûn.