ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje
Rênas Mirad bi rêya firçeya xwe çîrokên êş, berxwedan û hêviyên gelê xwe vedibêje. Ji Qirkirina Êzidiyan heta bi koçberiya ji cih û warê xwe, hunera xwe weke pirekê bi kar tîne û bîranînên xwe, yên civaka xwe tîne ziman. -
Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî
Li Mala Çandên Neteweyî ya li bajarê Krasnodarê ji aliyê kesayetên çandî û hunerî yên Krasnodar û herêma Stavropolê ve têkildarî avakirina saziyeke çand û hunerê civînek hate lidarxistin. -
Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de konserên ku li bajarên cuda yên Îtalyayê tên lidarxistin di sala 2’yan de dewam kir. -
Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!
Li Gimgimê jinên ku di festîvala jinan de hatin ba hev, bi atolyeyan pêvajoya siyasî û sernavên sereke yên di rojevê de nîqaş dikin. -
Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin
Bi pêşengiya mamosteyên ZarokMa û GerokMa û tevkariya Dergah, Meclisa Jinan a Nûda û meclisa xwecihî, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin. -
Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket
Çapa duyem a pirtûka Zekî Bayhan a bi navê ‘’Îdeolojiya Azadiyê ya Sedsala 21’emîn: Sosyalîzma Demokratîk’’ ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hate weşandin. -
Pirtûka 'Şerê Têkel' hate çapkirin
Pirtûka 'Şerê Têkel (Hîbrîtî)' a ji aliyê Amed Şaho ve hatî amadekirin, ji 8 beşan pêk tê. Di her beşeke pirtûkê de taybetmendiyên şerê têkel hatiye şîrovekirin. -
Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan
Dokûmantera 'Kebîre' ya li ser jiyana aktîvîst û siyasetmedar Kebîre Yildiz, li bajarê Bern ê Swîsreyê hate nîşandan. -
Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne
Muzîkjena ciwan Fatoş Ereklî, ku li Mannheimê ji ber strana Kurdî gotî rastî êrîşeke nijadperest hat, ji bo bûyerê gilî kir. Ereklî, diyar kir ku ew ê bi zimanê xwe yê dayikê muzîkê bidomîne û got, "Kes nikare me bitirsîne." -
Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20'emîn
Navenda Kombûna Jinan a UTAMARA ku li eyaleta Rheiland-Pflaz a Elmanyayê kar dike, bi dirûşam 'Hûn nikarin xeyalên me bidizin' îsal cara 20'emîn festîvala zarokan a kevneşop lidar xist. -
Li Parlamenta Îngilistanê eleqeya mezin ji bo dokûmantera 'Rojava'
Dokûmantera 'Rojava - Di navbera demokrasî û şer de' ku qala modela xwerêveberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike, li Parlamenta Îngilistanê hate nîşandan. -
FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin
Festîvala Fîlm Dokûmanter a FîlmAmed îsal cara 9'emîn pêk tê. Endamê Komeleya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî got, "Festîvaleke rengîn li benda me ye." -
Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin
Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ên Fransa (Ciwanên Kurdistanî yên Fransa-CKF) û Komeleya Arîn Mîrkan 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad wê bê lidarxistin. -
34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê
36’emîn Mihrîcana Govenda Kurdistanê îsal di navbera 7 û 8’ê Hezîranê de li bajarê Duisburg ê Elmanyayê hat lidar xistin. -
Di festîvala Respectê de Kurd bi 'Govendê' li ber nijadperestiyê rabûn
Di 28’emîn Festîvala Respectê (Hurmet) a ku li bajarê Exeter a Brîtanyayê de hat lidar xistin, Kurdan komxebata ‘Govendê’ ku şêwayek a berxwedanê ye ava kirin û li dijî nijadperestiyê banga girtina govendê kirin. -
Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve
Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer ku îsal cara 15’emîn li Marsîlyayê tê lidarxistin, bi dirûşmeya “Bi Şoreşa Çandî re ber bi Sosyalîzmê ve" bi coş pêk hat. -
Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî
Li Cenevreyê di 14’emîn Şeva Çand û Hunerê ya Kurdî de hate diyarkirin ku huner zimanê berxwedanê ye. Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê Musa Farisogullari got, “Huner divê polîtîk bibe, divê gel xwe bi hunerê rêxistin bike.” -
Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' li Baselê hate nîşandan
Fîlmê 'Bir Kar Tanesinin Ömrü' yê derhênerê Kurd Kazim Oz li bajarê Basel ê Swîsreyê hate nîşandan. -
Ji bo helbesta 'Dîrok' a Alî Haydar Kaytan klîba anîmasyonê
Ji bo helbesta 'Dîrok' a Alî Haydar Kaytan klîbeke anîmasyonê hate amadekirin. Helbest ji aliyê Hekîm Sefkan ve hatiye xwendin, klîb jî ji aliyê Çekdar Farqîn ve hatiye amadekirin. -
Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve
Ya ku wê li pey xwe hişt ne tenê rabirdûyeke şoreşgerî bû; wê mîrateyeke wêrekiyê li pey xwe hişt ku ber bi paşerojê ve dimeşe. Dûrî gelê xwe, ji bo têkoşîna gelekî din dilê wê lê da. Ev jiyan pênaseya herî şênber û radîkal a 'piştevaniyê' ye. -
Ji bo Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler banga tevlîbûnê hat kirin
13'emîn Festîvala Ciwanan a Şehîd Hasan Kiziler wê roja Şemiyê li herêma Schlieren a Kantona Zurihê bê lidarxistin. Endamên TCŞ’ê û berxwedêrên Nobeta Azadiyê jî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin. -
Mîhrîcana Fîman a Jinan a Nûjiyan di roja xwe ya 3’emîn de ye
Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan ku li Rojava dewam dike, di roja xwe ya sêyemîn de bi pêşandana fîlman û çalakiyên din dewam kir. -
Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin
Berhevkar Bêrîvan Matyar li gundan serdana jinan kir û stran, gotinên pêşiyan û biwêj berhev kir. Bêrîvan Matyar anî ziman ku bi rêya vî karî wê xwestiye xwedî li mîrateya çandî derkeve. -
Li Nurnbergê Rojên Çandên Kurdî ya 2025’an destpê dike
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê wê huner, wêje, sînama û çanda Kurd bi bernameyeke dewlemend ku dê 4 rojan bidome were danasandin. -
Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin
4’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Parîsê di roja şeşan de pêşangeha tabloyên wênesaz Sînan Hezer hate vekirin. Hezer bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin û banga xwedîderketina pêvajoyê li hunermendan kir.