BI DÎMEN

Kerîm: Kêmbûna amûrên çandinî û teknolojiyê wisa kir ku laşekî me yê tendurist hebe

Cotkarekî gundê Geçêneyê Hadî Heme Kerîm têkildarî zêdebûna amûrên çandiniyê û bikaranîna teknolojiyê got ku kêmbûna amûrên çandiniyê di wextên berê de wisa kir ku laşekî me yê tendurist hebe.

Hadî Heme Kerîm demeke dirêj e karê cotkariyê dike û niha jî karê xwe didomîne. Hadî Heme Kerîm têkildarî dîroka gundê Geçêneyê û karê xwe yê cotkariyê ji ANF’ê re axivî û got: “Ev gund di sala 1975’an de xelk tê de hebû, lê wê demê ji ber peymaneke navbera Iraq û Îranê ev gund bû yek ji wan gundan ku hat valakirin û xelkê wê bo kampên leşkerî yên Baasê hatin veguhastin.”

Heme Kerîm da xuyakirin ku valakirina gund ji ber wê sedemê bû ku dijmin nedixwest ku xelkê gund xwe bi rê ve bibe, dixwest çavkaniya debara gund di destê rejîmê de be.

Her wiha Heme Kerîm da zanîn ku ev gund heta niha tekane gundê Hewramanê ye ku tê de bîr nehatine çêkirin û wiha domand: “Çavkaniya ava vî gundî çar kanî ne. Heta niha jî ev kanî ne. Lê belê ji ber hişkesaliyê em neçar bûn ku boriyan daynin da ku ava bigihîje ser daran. Salên borî me nedikarî debara xwe bi rêya van berheman pêk bînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Heme Kerîm behsa dîroka gundê Geçêneyê kir û got: “Berê amûrên wekî niha tune bûn, me ji bo veguhastina berhemên xwe ajal bi kar dianîn û ji bo cotkirinê jî me li şûna traktorê ga bi kar dianîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Heme Kerîm îşaret bi cureyekî kuliyê kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina Emerîkiyan hatiye û got: “Li gor min Emerîkiyan ev cure kulî aniye. Ev kulî bûye sedema karesatê ji bo berhemên navçeyê û zerarê dide berheman û cotkaran neçar dike ku bi bikaranîna madeyên kîmyewî berhemên xwe biparêzin.”