BI DÎMEN

Dîcle Muftuoglû: Lêgerîna me ya li rastiyê wê dewam bike

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."

ÊRÎŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû li ser êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad ji ANF'ê re axivî.

Dîcle Muftuoglû got, "Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo paşeroja Tirkiyeyê hilbijartineke girîng bû. Encamên hilbijartinên xwecihî nuqteyeke welê bû ku nexşeyê reng guhert, welatiyan ji polîtîkayên vê desthilatdariyê re gotin, êdî bes e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê derbeke mezin xwar û têk çû. Weke rojnamevan me bi plan û projeyên vê desthilatdariyê zanî bûn ku di hilbijartinê de bi ser bikeve jî têk biçe jî wê pêk bîne. Planeke xwe hebû ku li dijî Kurdan dest bi gaveke nû ya şer bike û ji bo vê jî li qada navneteweyî di nava hewldanan de bû. Ji xwe serdana Erdogan a li Başûrê Kurdistanê hebû. Di encama vê serdanê de jî plana xwe hebû ku PDK û hikumeta Iraqê tevlî vî şerî bike. Heman piştî van hevdîtinan dest bi hewldana bêdengkirina çapemeniyê kir. Ne operasyona li Belçîkayê ne jî operasyonên li Enqere û Stenbolê ji vê yekê cuda nînin."

ARMANCA AKP'Ê BÊDENGKIRINA ÇAPEMENIYA AZAD E

Dîcle Muftuoglû diyar kir ku ji bo bêdengkirina çapemeniya Kurd a ku berxwedana Kurdan radigihîne û kiryarên binpêkirinê yên desthilatdariyê bi hemû rastiya xwe radixe pêş çavan, operasyonek hate kirin û got, "Bi vê yekê re amadekariyên destpêkê yên şer têne kirin. Em ji dema nêzîk ve bi vê zanin. Ji sala 2022'an û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê gelek operasyon li dijî çapemeniyê hatin kirin. Di vê demê de nêzî 35 hevalên me yên rojnamevan hatin girtin û temamiya wan jî di pêvajoyên dîrokî de hatin girtin. Destpêkê di operasyona 8'ê Hezîranê de ku desthilatdariyê amadekarî ji operasyona li derveyî sînor re dikir, ketin nava lêgerîna bêdengkirina çapemeniyê. Piştre jî di demekê de ku nîqaş li ser bikaranîna çekên kîmyewî dihate kirin û ev nîqaş derbasî asta navneteweyî bû, operasyon hate kirin. Hewl dan çapemeniyê bêdeng bikin. Piştre beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê li hemberî çapemeniyê du operasyonên cuda hatin kirin û di her yek ji wan de gelek rojnamevan hatin girtin. Çend roj beriya Komkujiya Roboskî bi navê 'Çapemeniya KCK'ê' operasyon hate kirin. Di wir de jî çapemeniyê ezmûneke gelekî girîng da. Ji ber ku wê demê çapemeniya desthilatdariyê û çapemeniya ku li Tirkiyeyê xwe weke muxalîf pênase dikir, bêyî ku desthilatdarî daxuyaniyê bide, ev komkujî ji nedîtî ve hatin. Çapemeniya azad ev komkujî ragihand. Di vir de kevneşopiyek, daxwazeke têkoşînê, berxwedêrî û îrade heye. Bi van operasyonan wê nikaribin bêdeng bikin. Di pêvajoyên dîrokî yên bi heman rengî de heman tişt hatin kirin. Ti ji operasyonên li dijî rojnamevanan tesadufî nîne, plankirî ne. Em zanin ku desthilatdarî tengav bûye û dixwaze çapemeniyê bêdeng bike."

DESTHILATDARÎ DI NAVA AMADEKARIYA ŞER DE YE

Dîcle Muftuoglû ragihand, desthilatdariya AKP-MHP di nava amadekariya şerekî de ye, ji bo zerara vî şerî veşêre zexta li ser çapemeniyê zêde kiriye û wiha dewam kir, "Ya ku asta vî şerî ragihîne û rojnamevantiyeke rasteqîn bike Çapemeniya Azad e. Hewl didin wan bêdeng bikin. Ji ber ku rastiya çapemeniyê ya ku ji damezrandina Tirkiyeyê ve bi pirsgirêk e, di dema desthilatedariya AKP'ê de ser û bin bûye. Hewl hate dayin, her kesên ku ne alîgirên AKP'ê ne ji nava pênaseya rojnamevantiyê bêne derxistin. Ji bo vê jî qanûn hatin amadekirin. Hewl hate dayin ku rojnamevantiyê veguherînin wan qadan ku tenê bulten û metnên çapemeniyê yên serokatiya ragihandinê ya ku desthilatdariyê ava kiriye, biweşînin. Çapemeniya Azad li ber vê yekê radibe, lewma êrîş lê tê kirin. Zivistana derbasbûyî rastiyek hebû û desthilatdarî gelekî tengav kir. Her ku têkçûna wê hate ragihandin, nerazîbûna wê jî mezin bû. Niha jî bi operasyonên bi heman rengî hewl dide vê rengê asteng bike."

EM ROJNAMEVAN IN, WEZÎFEYA ME NÎŞANDANA RASTIYAN E

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku li gel zext û girtinê jî ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li rastiyê bernedin û got, "Beriya her tiştî karê ku em dikin karê herî rewa ye. Em rojnamevan in û berpirsyar in ku rastiyan ragihînin. Karê ku em dikin sûc nîne. Divê ev yek bê zanîn û bi tevahiya civakê bidin fêhmkirin. Divê me vê yekê jî bi lez û bez bikin. Naxwe berê mirovan timî didin deverên cuda. Em rojnamevan in, wezîfeya me ragihandina rastiyan e. Dema ku em vê dikin, vê yekê ji bo gel dikin. Rojnamevanek berpirsyar e ku civakê agahdar bike. Ev rewş wezîfeya me ya pîşeyî ye. Weke Çapemeniya Azad bi têkoşîna xwe ya 30 salên dawî re em dixwazin vê rewşê bigihînin asteke hîn bilind. Mîsyona me ya ku ya nayê dîtin bibînin û yên dengê wan nayê bihîstin bidin bihîstin. Em neçar in ku rastiyên têkildarî pirsgirêka Kurd binivîsînin. Berpirsyariya me ye ku binpêkirina mafên mirovan, her wiha têkoşîn û berxwedana hebûnê ya Kurdan binivîsînin. Em îro qala komkujiyên jinan dikin. Li gel nivîsandina komkujiyên jinan her wiha em berpirsyar in ku berxwedana li dijî vê yekê û têkoşîna jinan a ji bo azadiyê jî binivîsînin."