Li Zapê çalakiya YJA Starê: Dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Rojavayê Zapê di çalakiya YJA Starê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de dagirkerek hate cezakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî dan:

“1. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24’ê Nîsanê di saet 15.30’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

25’ê Nîsanê di saet 09.40’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

2. Li herêma Metîna;

Me têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Metînayê dayî destpêkirin, agahiyên destpêkê parve kiribûn. Di rewşa heyî de artêşa Tirk a dagirker li hin cihên li qadên Şêlazê, Kanîreş û Yekmalê ya herêma Metînayê bi cih bûye û sekinî ye. Bi teknîka şer bombe li qadê dibarîne. Hêzên PDK’ê jî bi armanca ku ewlehiya rêya di navbera Yekmal û Girê Amediyê de pêk bînin, 3 nuqte girtine. Hêzên dewleta Tirk a dagirker di van her sê rêyan de derbas dibin.

3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

24 û 25’ê Nîsanê qada Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna, Bêşîlî û Golka ya herêma Metînayê 25 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qada Bêpalan a herêma Qendîlê 2 caran, qada Lolan a herêma Xakurkê 2 caran, bi giştî; 32 caran bi balafirên şer hatine bombebarankirin.

25’ê Nîsanê qada Lolan a herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.

HÊZA 60 KONVOYÎ YA GIRÊDAYÎ PDK’Ê, XWEST BIKEVE NUQTEYA GERÎLA

Roja 23’yê Nîsanê li qada Berdespî ya Xakurkê, hêza leşkerî ya ku ji konvoya bi 60 wesayîtî ya ayîdê PDK’ê pêk dihat, beriya nîvro û piştî nîvro 2 caran xwest bikeve nuqteyeke ayîdê hêzên me. Ji bo ku ev hêza leşkerî ber bi nuqteya me ve ber bi pêş neçe, hêzên me guleya hişyariyê berdan, piştre şerekî dem kurt qewimî û di her du caran de jî vê hêzê xwe paşde vekişandiye.

Dîsa heman rojê li qada Goşînê jî hêza leşkerî ya bi 6 wesayîtî bêyî ku agahî bidin ketin qadê. Hêzên me yên gerîla ji vê hêzê re jî guleya hişyariyê berda û piştre vê hêzê xwe vekişand.

Di saetên ku her du bûyer qewimî ne de, li vê qadê tevgera balafirên keşfê yên dewleta Tirk zêde bûye. Piştî hêza PDK’ê çûyî jî qad ji aliyê balafirên şer ve hate bombebarankirin, lê ti windahiyeke me çenebû.”