ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

ROJEVA 27'Ê NÎSANÊ

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Parêzer Jan Fermon diyar kir ku nêzîkatiya Belçîka û Fransayê ya li hemberî saziyên medyayê, mînaka bêhiqûqiyê ye.

-Ji rêveberên HBDH’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku Gulana 2024’an wê bibe îfadeya rizgariya bindestan û piştevaniya kedkaran û wê bibe lûtkeya bilindbûna sosyalîst. Ferzat Can jî got ku divê dirûşmeya “Her der Taksîm, her der berxwedan” li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bibe.

-Endama KNK’ê Niyaz Abdullah diyar kir ku hêza 80. a girêdayî PDK’ê li hin cihan alîkariya dewleta Tirk dikin, hin baragehên PDK’ê ji bo artêşa Tirk hatine valekirin û ji sedî 50’ê Behdînanê di bin dagirkeriyê de ye.

- Sena Omer ku ji ber êrîşên dagirkeriyê di sala 2011’an de ji Helebê û di sala 2018’an de ji Efrînê koçber bû. Sena Omer ji Şehbayê temaşeyî mala xwe ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û weke nuqteya leşkerî tê bikaranîn, dike.

-Çalakiya ku Dayikên Şemiyê bi daxwaza darizandina faîlan û ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin lidar dixin, wê di hefteya 996’an de jî li Qada Galatasarayê were lidarxistin.

-Çalakiya ku ÎHD her defte bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” lidar dixe, wê li Êlih û Amedê dewam bike.