PJAK'ê 7. Kongreya xwe li çiyayên Kurdistanê pêk anî

PJAK bi awayeke serketî Kongreya xwe ya 7. bi dirûşmeya "Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê Kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin" çêkir. Emîr Kerîmî û Peyman Viyan weke hevserokatiya nû ya partiyê hilbijartin.

7. Kongreya PJAK'ê

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Kongreya xwe ya 7. bi dirûşmeya "Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê Kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin" û bi amadebûna nûnerên hemû pêkhateyên xwe li çiyayên Kurdistanê bi rengekî serketî pêk anî. Di daxuyaniya encama Kongreyê de biryara "Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo û çareseriya meseleya Kurd, weke planeke esasî ya kar di serdemên pêşiya partiyê de hat pejirand. Her wiha îşare bi "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî" jî hatiye kirin û hatiye gotin; "Jin, Jiyan, Azadî felsefeya hebûnî û bingeha paradîgmaya têkoşîna me ye."

Daxuyaniya Kongreya 7. ya PJAK'ê bi vî awayî ye:  

"Piştî çar sal derbs bûn di ser kongerya şeşem ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)’ê, heftemîn kongreya partiya me di çiyayên azad de çê bû û birêve çû. PJAK’ê di kongreya heftem de bi duruşma “em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin” proseya têkoşîna xwe destnîşan kir. Di rewşekê de ku em di hestiyartirîn qonaxa dîrokî ya xwe de ne û di hemû beşên welatê me de têkoşîneke xurt tê kirin û gelê me bi hemû hêza xwe ketiye berxwedanekê ji bo fermî kirina nasnameya hebûnî û çandî-siyasî ya xwe de û hemrêma me jî di nava aloziyeke kûr de ye, partiya me kongreya xwe pêk anî. Kongreya partiya me bi tevlîbûna nûnerên ji hemû qadên kar û xebatê û bi amadekariyeke berfireh û bernameyeke hevgirtî bû qonaxeke girîng di têkoşîna me ya çend salên borî de. Kongreya me ji bo rêz girtin û bîranîna hemû hevalên şehîd û bi taybet hevalê Rêzan, Berxwedan û Tolhildan û hevala Sara û Arîn û bi hewildana ji bo pabendiya bi hemû hevalên şehîd re û bi israr li ser xeta têkoşîna wan pêk hat. Kongreyê bi israra ser xeta şoeşgerî ya wan hewil da têkoşîna ji bo gihîştina armancên ku wan hevalên şehîd canê xwe jê re kirin gorî kûrtir bike û ji bo gihîştina wan armancan bernameyeke hevgirtî pesend bike.

Biryardariya ji bo berdewam kirina têkoşînê, pêwîstiya nirxandina pratîk û xebatên me, pêwîstiya rexne û rexnedayin ji bo ji nûve ava kirinê û bidawî bûna dema karî ya rêveberiya ku kongreya berê de hatibû hilbijartin bûn sedema ku em bi biryardarî û iradeya ku çavkaniya xwe ji têkoşîna çend salên borî digirt, kongrea xwe pêk bînin. Kongreya me di şertûmercên dijwar yên ewlekariyê û di bin êrişên dijwar û dijminane yên wisa de pêk hat ku bendewariya xebateke asayi jî di wan şer û mercan de nebû. Çar sal li ser kongreya şeşem re derbas bibû û di wan çar salan de em ji pêvajoyeke têkoşînê re derbas bûn ku diviya em ji nû ve binirxînin û venêrînekê jê re bikin. Diviya ku em kêmasî û nebesiyên xwe di serdema borî de bixin ber rexneyan û di ronahiya encamên guftûgoyên çêker de, rêya paşeroja têkoşana xwe destnîşan bikin. Di rex wan sedeman de, pêwîstiya rêk xistina dubare ya avahiya rêveberiya partiya me jî hebû.

Prtiya me PJAK’ê di şert û merceke wisa hestiyar de hefetmîn kongreya xwe pêk anî. Ew yek bû gaveke dîrokî di têkoşîna azadîxwazaneye gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de. Di kongreyê de bi nirxandinên berfireh û deqîq yên rewşa siaysî ya cîhanê û herêmê hate gotin ku divê siyaseta me xeta sêyem û çareseriya demokratîk be. Herwiha nirxnandineke esasî ew bû ku di her şer û mercê de parastin û xwedî derketina hebûn û berjewendiyên gelê Kurd di serê siyasetên xwe de bê dayin û di gel israr ji bo çareseriya demokratîk de divê di egera gefên dijî hebûna gelê me de, parastina rewa jî pêk bê.

Di kongreya me de rewşa siyasî ya qonaxa borî bi berfirehî û bi tevlîbûna hevalên ku ji hemû qadên têkoşînê beşdarî rûniştinê bibûn û bi berçav girtina rewşa gelê me di hemû beşên Kurdistanê de hate nirxandin. Rewşa hesas û metirsîdar ya niha, rewşa gelê me di hemû beşên Kurdistanê de, rewşa şoreşê di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de û rewşa hêzên gelêrî û egerên pêşiya me hemû hatin gotûbêj kirin. Pratîka rejîma Îranê û pratîka hêzên dijberê rejîmê û rewşa serdema şoreşê hatin nirxandin û dahûrandin. Herwiha guhartin û veguhartinên herêmê û rewşa Rêber APO di zindana İmraliyê de û pozosiyona wî beramber hêzên inkarcî û berxwedana dîrokî ku dike jî weke bingeha berxwedana gelên herêmê û hewildana ji bo gihîştina iradeyeke serbixwe û xwerêvberiya ji bo gelan hate pênase kirin. Pêdviya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkiya Rêber APO û peywendiya wê yekê bi rewşa gelê Kurd jî bi argumanên bihêz hatin vegotin û nirxandin. Tecrîda giran ku di zindan û işkencexaneya İmraliyê de ser Rêber APO tê pêk naîn hate vegotin û ew işkence û êrişên dijî wî weke nêzîkatiya pergala siyasî ya heyi bi meseleya Kurd re hate nirxandin. Zextên ku ser rêberê me têne kirin, nîşan û nimûneya zextên pir alî ser gelê me di hemû beşên Kurdistanê de ye. Berxwendana 26 salîya wî jî berxwedan dijî faşîzm û tûtalîtarîzmê ye û çavkaniya esasî ya ihlama têkoşîna gelê me di Kurdistanê û gelên cîhanê ye. Kongreyê ser wê esasê bi iradeyeke xurt beşdar bûn di kampaniyaya “azadiya fîzîkî ji bo Rêber APO û çareseriya meseleya Kurd” weke planeke esasî ya kar di serdemên pêşiya me de pejirand.

Herwiha helwesta partiya me di serdema şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê û hewildan ji bo nîşandana profîla opozîsiyoneke rastîn jî hatin nirxandin û kêmasiyên di wan deman de bi awayeke rezber hatin vegotin. Rexneyên ku di milê gel û kesayetên fikrî û rewşenbîr û alîgir û dostên me de hatibûn kirin, hatin gotûbêji kirin û bûne babetên nîşqaşan. Hewil hate dayin ku serdema nû û şerê hêzên herêmî û cîhanî bi awayeke objektîf bêne gotûbêj kirin û ciyê faktora gelê Kurd di wê rewşê de jî bi diqqet bê vegotin û helwesta rast ya siyanî jî bê destnîşan kirin. Herwiha siysetên rejîmê beramber têkoşîna netewa Kurd û netewên dîtir yên Îranê û gefên ku tevgera me pê re rûbirûye jî beşek ji gotûbêjên siyasî ya heftemîn kongreya partiya me bû.

Heftemîn kongreya me piştî serdmea serhildan û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê pêk hat. Bingehîntirîn nîqaşên kongreyê, di çarçeveya şoreşa nû ya gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê û gelên dîtir yên Îranê û venêrîna pratîka partiya me di wan serdeman de û şêwazê karê hevalên me di pêvajoya şoreşê de çê bûn. Di wê çarçeveyê de bi nêrîneke fireh û dûrî dogmayên fikrî me hewil da ku pratîka xwe venêrin û rexne bikin, me kêmasiyên siyasî û pratîkî yên xwe anîn ziman û di etmosfêreke çêker de pratîka xwe nirxand. Xalên erênî yê wê paratîkê vegotin û kêmasiyên pratîkî jî bi eşkereyi anîn ziman. Di nîqaşên kongreyê de destketiyên gel di serdema şoreşa nû de hatin vegotin û bi tevlîbûna hevalên ku ji qadên paratîk û rêxistin û têkoşînê beşdarî kongreyê bibûn bi awayeke objektîftir şêwaza kar, rêxistina gel û kêmasiyên di serdemên cuda de hatin analîz kirin. Tevger û metodên rejîmê di wê serdemê de hatin vegotin û nirxandin û bi dubare kirina iradeya gelê me ji bo jiyaneke azad ser bingeha azadiya jinan û jiyana hevbeş û aştîyane ya gelan çendîn pêşniyaz ji bo şêwazê têkoşînê hatin pêşkêş kirin. Rêveber û endamên partiyê bi îşare kirina wê rastiyê ku Jin, Jiyan, Azadî felsefeya hebûnî û bingeha paradîgmaya têkoşîna me ye, rexnedayineke bingehîn beramber bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê de dan. Di kongreyê de bi awayeke yekdeng ew heqîqet hate gotin ku serketina şoreşa nû dê bibe pêk anîna hemû xwestekên demokratîk yên civakên Îranê. Di wê çarçeveyê de jî PJAK bi berfireh kirina hevkariyên xwe bi hemû hêzên azadîxwaz yên gelên Îranê û bi taybet bi jin û ciwanan re, dê ji bo pêk anîna wê yekê hemû hêza xwe ya têkoşînê bikar bîne.

Heftemîn kongreya partiya me bi tevlîbûna hevalên jin di asteke zêde de birêve çû. Kongreya heftem li gor paradîgmaya fikrî-felsefîya partiya me, azadiya jinan weke bingeha têkoşînê nirxand û got ku gihîştin bi azadiya jinan, şertê esasî ya gihîştina bi civakeke azade û têkoşîna dijî nêrîn û nîşaneyên mêrsalar û desthilatxwaz pêdivyeke ji bo ava kirina civakeke demokratîk.

Mijara ciwanan jî yek ji mijarên esasî yên heftemîn kongreyê bû. Hevalên ciwan jî bi awayeke aktîf tevlî kongreyê bûn û kongreyê bi giştî ruyeke ciwan hebû. Bi nirxandina pirsgirêkên ciwan û nifşa nû ya civakê û hêz û şiyana wan, hate gotin ku yek ji erkên esasî yê partiya me ewe ku potansiyela ciwanan biparêze û bikare wê bixe rêya têkoşînê de. Ciwanan nîşan dan ku dê dest ji armancên jiyana azad bernedin û ew yek argomaneke bihêze ji bo têkoşîn bi rûheke ciwanane. Di wê çarçeveyê de jî hinek biryar di kongreyê de hatin girtin.

Di heftemîn kongreya PJAK’ê de nirxandin û dahûraneke berfireh derbarê rewşa qeyranî ya jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, siyasetên xirab yê rejîmê di wî warî de hate kirin û hate gotin ku bandora wan siyasetan ser hebûna hemû civakên hindirê Îranê de bûye pirsgirêkeke ciddî. Kongreyê diyar kir ku pêwîstiya hevkariya berfireh di gel hemû tevgerên ekolojîk û çalakvanên jîngehparêz ji bo têkoşîna ekolojîk beramber siyasetên dij-jîngehî yên rejîma Îranê heye û divê pêşdebirina çanda ekolojîk û jiyanan ferdî û komî ya hevaheng di gel jîngehê bê teşwîq kirin. Nêrîna giştî ew bû ku di wê mijarê de divê li benda rehendên din yên têkoşînê nemînin û ew yek divê di serê bername û palana jiyan û têkoşîna partiya me û endamên wê de be.  

Di kongreyê de rapora karî ya hevserokatiya partiyê jî hat nîqaş kirin û rexne kirin û di dawiyê de bi têbîniyên nûnerên kongreyê di çarçeveya belgeyên kongreyê de hat pesend kirin û pejirandin. Di kongreya me de bi ber çav girtina nîqaşên ku çê bûn û encamên ku di raporan de hatibûn û ji bo pêşde birina têkoşînê û di çarçeveya pêşniyazên ku berî kongreyê û di dema kongreyê de hatibûn, çendîn pêşniyaz-biryarên di qadên cuda yên karî de hatin gotûbêj kirin û erê kirin. Ew bûne biryarên kongeryê û bernameya karî ya dema pêşiya me.

Ji ber ku dema karê hevserokatiya partiya me bidawî bibû, nûnerên amade di kongreyê de bi hilbijartineke rasterast û zelal hevalê Emîr Kerîmî û hevala Peyman Viyan weke hevserokatiya nû ya partiyê hilbijartin û spasiya xwe jî ji bo kar û xebat û têkoşîna her du hevserokên berê pêşkêş kirin. Herwiha bi hilbijartineke cuda jî meclisa partiyê hilbijartin û endamên yedek yên meclisê jî destnîşan kirin. Kongre di etmsofêreke layiqî bapendî bi xeta şehîdan û şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê de çê bû û bi serketî bidawî bû.

Di demên pêşiya me de dê hûrgiliyên zêdetir derbarê pêk anîna kongreyê û naveroka wê de ji bo gelê me û raya giştî bêne ragihandin.

Bijî têkoşîna azadîxwazane û dêmokratîk

ji bo Kurdistana azad û Îrana demokratîk û federal

Jin, Jiyan, Azadî

27-04-2024

Meclîsa Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)’ê"