Li Danîmarkayê yekem şopa nivîsê li ser kêrekê hat dîtin

Muzexaneya Odenseyê ya Danîmarkayê, roja Sêşemê ragihand ku arkeologan kêrek piçûk ku 2 hezar sal berê hatiye çêkirin û li ser nivîsa rûnîkî heye dîtine.

Arkeolog Jakob Bonde yê ku kişfê dikedaxuyanî da AFP’ê û got: “Kêr bi xwe balê nakêşe, lê li ser kêrê pênc rûn hene ev bi tena serê xwe tiştekî balkêş e.  ji ber ku ew li Danîmarkayê yên herî kevn in, lê temenê rûnan hîn mezintir e.”

Kêr, di derdora Beriya Zayînê 150’î de hatiye çêkirin, di goristanek piçûk a rojhilatê Odenseyê de hate dîtin. Pênc tîpên wê hene û li gorî axaftina wê demê ya Proto-Norseyê, tê wateya “şûrê piçûk”.

Jakob Bonde got: "Ev peyamek ji paşerojê ye. Ew fersendê dide me ku em baştir lêkolîn bikin ka zimanê herî kevnar ê naskirî li Skandînavyayê çawa pêşketiye (...) û mirov çawa bi hev re têkilî danîne.”

Bonde axaft”ina xwe wiha domand: “Xwediyê ku ji kêra xwe ya piçûk re digot 'şûrê piçûk', belkî dixwest nîşan bide ku ew şervaneke an jî dixwest bibe şervanek.

Arkeolog diyar dikin ku di sala 1865'an de qiloçeke hestî ya biçûk a bi nivîseke rûnî hatiye keşifkirin û ew jî ji heman serdema kêrê ye. Arkeolog daxuyandin ku di rojên ewil de dema ku li Skandînavyayê dest bi bikaranîna nivîsandinê kirin bi piranî li ser tiştan tenê nivîsên piçûk hebûn û wiha pêde çû, "Mînak pirtûk û nivîsên mezin li ber destên me tunene.”

Kevirên rolyef ên Jelling ku di sedsala dehemîn de hatine çêkirin, xwedî nivîsên dirêjtir in.