ROJANE
Nûçeyên Dawî
-
Li Amedê 10 kes dîl hatin girtin
Li Amedê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Halîde Turkoglû jî di nav de 10 kes dîl hatin girtin. -
Ji ciwanên Îzmîrê protestoya bi tabût
Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û komkujiyan dan û xwestin di serî de tecrîda li Îmraliyê û bi giştî tecrîda li hemû girtîgehan bi dawî bibe. -
Ciwanên HDP’ê li dijî qirkirina siyasî meşiyan
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê şermezar kirin. Ciwanên ku meşiyan, bi êşkenceya polîsan hatin destgîrkirin. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzer, malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Divê deriyê Îmraliyê were vekirin!
Leşkerên Tirk destûr neda ku gel biçe Amarayê û li wir balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Malbata Ocalan got “Divê em têkoşînê geştir bikin.” -
ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê 8 kes hatin girtin
Li Stenbolê ji 25 kesên di 12’ê Gulanê de di encama operasyonên hemwext ên li gelek bajaran de hatibûn destgîrkirin, 8 kes bi îdiaya “endamên rêxistinê” hatin girtin. Ji du kesan re jî hepsa malê hat dayin. -
Şehîdên meha Gulanê li Edenê hatin bîranîn
Bi pêşengiya BMG’ê li Edenê ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Guler ê DBP’yî di merasîmê de axivî û got ku şehîdên meha Gulanê nemir bûne, navê bîr û bweriya ji bo pêşeroja azad û girêdana wan a ji bo şoreşê ne. -
Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin bîranîn
Hasan Ocak û Ridvan Karakoç ên 27 sal beriya niha di dema desgîriyê de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîr anîn. -
Li girtîgeha Çûkûrovayê êşkence û binpêkirinên mafan
Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê çû serdana girtîgehên li herêma Çûkûrovayê û têkildarê êşkence û binpêkirinên li ser girtiyan hatinî kirin rapor amade kir. -
Qirkirina siyasî: 12 HDP’yî hatin destgîrkirin -HATE NÛKIRIN
Di çarçoveya qirkirina siyasî de endamên Meclîsa Ciwanan jî di nav de 12 HDP’yî hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li ser îfadeyê şahidê nepen kesekî din jî hat girtin
Huseyîn Vûral ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarê 91 kesan de hat berdan, bi îtîraza dozgêriyê ya bi nîşandana wek palpişt a şahidê nepen Ûlaş hat girtin. -
Polîsan li Kadikoyê êrîşê meresima bibîranînê ya Şehîdên Gulanê kir
Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û rêxistinên ciwanan ên xwestin li Kadikoyê Îbrahîm Kaypakkaya yê pêşengek ji pêşengên nifşê 68‘an û şehîdên meha Gulanê bi bîr bînin. Lê polîsan êrîşê wan kir. Gelek kes bi lêxistin û êşkenceyê destgîr kirin. -
DKP/Yekîtî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
DKP/Yekîtî şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, “Em ê bi mezinkirina têkoşîna şoreşa yekbûyî faşîzmê têk bibin.” -
1 sal û 6 meh ceza li Rojnamevan Çapan hat birîn
Li Midûra Karûbarê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, Reyhan Çapanê 1 sal û 6 meh ceza hat birîn. -
Insiyatîfa Zarokên Agir gelek kargeh û wesayîtên faşîstan şewitandin
Insiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran gelek kargeh û wesayîtên faşîstan şewitandin. -
Iraqê li Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk kir: Bila tavilê ji Iraqê derkevin
Nûnerê Iraqê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Mihemed Husên Bahrlum li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk a dagirker kir û jê xwest, ku hêzên dewleta Tirk ên li nava xaka Iraqê ne tavilê bêne derxistin. -
18’ê Gulanê: Di tevgera azadiyê de dîroka berxwedanê
Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun û Çar Şoreşgerên ku bi agirê xwe Kurdistan ronî kirin, di qonaxên krîtîk ên şoreşa Kurdistanê de ruhê berxwedanê derxistin holê. -
Dagirkeran li Mabetayê kesek revandin
Çeteyên ‘Polîsên Sivil’ û ‘Siqûr Şemal’ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kesek ji gundê Gemrûkê ya navçeya Mabeta ya Efrînê revandin. -
HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
HBDH'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, "Nemirên me mîna rojê bilind dibin, rêya me ronî dikin. Em li ser şopa wan e ku ser didin lê sirê nadin." -
HDP: Em nemirên li ser rêya azadî û wekheviyê bi bîr tînin
Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got “Em ê mîrateya wan a têkoşînê mezintir bikin, em ê demokrasî, azadî û wekheviyê bînin vî welatî.” -
ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên li Islahiyeyê dawî li greva birçîbûnê anîn
Greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger a girtiyên Girtîgeha T ya Islahiyeyê, bi bicihanîna daxwazên girtiyan di roja 42‘yan de bi dawî bû. -
ÎHD û xizmên windayan: Kujerê windayan dewlet e
Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Destgîr kirinê de, ÎHD û xizmên windayan, li ber Dadgeha Stenbolê hatin ba hev û anîn ziman ku kujerê windayên wan dewlet e.