Rêxistinên jinan: Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Taksîmê ve!

Rêxistinên jinan bang li hemû jinan kirin ku di 1'ê Gulanê de bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Taksîmê ve" biherikin qadan.

Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Dema Jinê ye û Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Beyoglû ya Stenbolê têkildarî 1’ê Gulanê daxuyanî dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Bi jin, jiyan, azadî ber bi Taksîmê ve” hatibû daliqandin.

Di daxuyaniyê de ji ewil Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û got ku dê 1’ê Gulana îsal bi coş û biryardariyeke mezin pêşwazî bikin. Demîr, diyar kir ku sermaye herî zêde xwe li ser keda jinê mezin dike û wiha got: “Desthilatdariya Tirkiyeyê ku daraz jî daye gel xwe, li ser bedenên jinan, li ser azadiya jinê qadê li jinan teng dike û kedxwariya xwe li ser keda jinê mezin dike. Ji bo keda me hêj bêhtir neyê xwarin û ji bo mezinkirina têkoşîna yekbûyî ez hemû jinan vedixwînim qadên 1’ê Gulanê.” 

'EM HÊZA JINÊ NÎŞAN BIDIN’ 

Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî got ku dê bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin. Başalan, kedxwariya li dijî jinê bi bîr xist û got ku dê di 1’ê Gulanê de li dijî hemû patronan li qadan bin. Başalan, anî ziman ku dê li dijî kedxwariyê û newekheviya zayendan li qadan bin û banga tevlibûnê li jinan kir. 

Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal jî pirsgirêkên jinên penaber û koçber dijîn vegot, banga têkoşîna yekbûyî ya li dijî van pirsgirêkan û piştevaniya bi jinên penaber re kir. 

Herî dawî jî aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale axivî û wiha got: “Li dijî sepanên qedexeker, em 1’ê Gulanê bi armanca azadkirina qad û kedê pêşwazî dikin. Tevî zextan û êrîşan jî me di 8’ê Adarê û Newrozê de daxwaza xwe ya azadiyê qîriya. Em ê li qadên 1’ê Gulanê de jî ji bo ked, beden û nasnameya xwe, israra xwe ya di azadiyê de mezin bikin. 

Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê em ê li qadan têbikoşin. Em berxwedana Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê de, Dayikên Şemiyê yên Qada Galatasarayê naterikînin, Emîne Şenyaşar a bi tena serê xwe li dijî bêedaletiyê têdikoşe silav dikin. Di heman demê de jinên li girtîgehan tevî her derhiqûqtiyan jî li ber xwe didin silav dikin. Heta ku wan derdixînin jî em ê têbikoşin. Bi vê sozê em ê li qadên 1’ê Gulanê bin.”