NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ ÊRÎŞA LI SER MEDYAYÊN KURD
Polîsên Federal a Belçîkayê şeva 23’yê Nîsanê bi ser saziyên Çapemeniya Azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girt. Ji qada navneteweyî nerazîbûnên li hemberî vê êrîşê zêde dibin. Têkildarî vê yekê me ji parêzerên televîzyonê, Pisporê Hiqûq û Cezayê ya Navneteweyî Jan Fermon ji ANF’ê re axivî.
Parêzer Jan Fermon ev tişt got: “Berê ji aliyê qanûnên Belçîkayê ve biryar hatiye dayîn ku Sterk Produksiyon û Roj TV ti girêdanbûna wan bi ‘terorê’ re nîne. Lê wisa dixuyê li ser daxwaza Fransayê, dest bi lêpirsînkirina vê biryarê hatiye kirin. Eşkere ye ku fînanse kirina medyayê, nayê wateya fînansekirina terorê. Ji xwe medyaya navborî, li Belçîkayê di çarçoveya lêpirsîna têkoşîna li dijî terorê de, hatiye lêkolînkirin. Rayedarên Belçîkayî bi hêsanî dikarîn ji Fransiyan re wiha bêjin: ‘Biborin, em vê daxwazê bi cih nayînin, ji ber ku eleqeya van saziyan bi meseleyên terorê re nîne’.”
‘BELÇÎKAYÊ DIKARÎ DAXWAZA FRANSAYÊ RED BIKIRA’
Parêzer Fermon ragihand ku têkildarî operasyonê û di dema operasyonê de ti belge nehatine hiştin ku ev rewş bi temamî bêûsilî ye û got: “Em nizanin ku daxwazên Fransayê çawa hatine formulekirin. Eger fînansmanê medyayê ji aliyê rayedarên Fransî ve weke ku têkîliya wê bi terorîzmê re heye dinirxîne, ji xwe ev mijar li Belçîkayê hatiye nirxandin û Belçîkayê divê bi hêsanî ji Fransiyan re wiha gotiba: ‘Biborin, lê li Belçîkayê ne pêkan e ku Sterk Produksiyon û Roj TV ji ber sûcê terorîzmê were darizandin. Daxwaza we têkildarî du fînansmanên her du saziyên medyayê ne. Lewma ev meseleya fînansmanê medyayê; ne terorîzmê ye’.
Erê, rayedarên Belçîkayî dikarîn daxwaza Fransayê red bikira, lê li gorî ku xuya dike wisa nekirine.”
‘ENDAMÊ MÎT’Ê YÊ LI BELÇÎKAYÊ HATÎ MEHKÛMKIRIN, LI FRANSAYÊ BI REHETÎ DIJÎ’
Parêzer Fermon anî ziman ku lêpirsîna têkildarî 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatine qetilkirin, ji xwe têra xwe tevilhev bû û got: “Rayedarên Fransî destpêkê îdîa kirin ku ev bûyer di encama meseleyeke şerê navxweyî ya di nava Tevgera Kurd de qewimî ye. Lê piştre derket holê ku ev bi temamî şaş e. Derket holê ku yê ji vê yekê berpirsyar û dikare li ser xaka Fransayê fealiyet bimeşîne, sîxurekî MÎT’ê heye. Dozgerê ku doza faîl amade kirî, diyar kiribû ku têkîliya vî kesî rasterast bi MÎT’ê re heye. Lê ez dizanim ku Fransa zêde bi ser vê meseleyê de neçûye.
Du kesan hewl dan li Brukselê li dijî lîderên Kurd sûîqestê bikin. Ev kes ji ber vî sûcî ji aliyê Dadgeha Temyîz a Brukselê ve hatin mehkûmkirin. Min agahî wergirt ku yek ji van her du kesan, li Fransayê bi rengekî rehet û bêdeng dijî. Her wiha wisa dixuyê ku heyîna vî kesî li Fransayê, rayedarên Fransî nerehet nake.”
‘TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ DIVÊ LI FRANSAYÊ WERE MEŞANDIN’
Parêzer Jan Fermon ev tişt bilêv kir: “Li gorî min wê hin rayedarên Belçîkayê bêjin, ‘Em ji vê serdegirtinê berpirsyar nînin, ev daxwazeke Fransayê ye’. Lewma ez difikirim ku divê em lê binêrin ka em çawa dikarin rayedarên Belçîkayî ji vê rewşê berpirsyar nîşan bidin.
Lê wisa dixuyê ku têkoşîna esas divê li Fransayê were meşandin, ji ber ku li Fransayê lêpirsîneke ku di çarçoveya fînansmanê terorîzmê de hatiye destpêkirin, heye. Îdîakirina ku ev saziyên medyayê parçeyekî hewldana terorîst in, ne li gorî aliyên hiqûqa navneteweyî ye. Divê ev têkoşîn li Fransayê were meşandin û yên ku di vê têkoşînê de di nava refên pêş de cih bigirin, hempîşeyên me yên Fransî ne.”