Şehîdên Qereçoxê hatin bibîranîn

20 şervanên YPG û YPJ’ê yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a sala 2017’an de şehîd bibûn, li çiyayê Qereçox bi merasîmeke bi heybet hatin bîranîn.

Dewleta Tirk a dagirker 25`ê Nîsana 2017`an êrişî navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel kiribû û di encamê de 20 şervanên YPJ û YPG`ê şehîd bûbûn. Ji bo bîranîna şehîdan li çiyayê Qereçoxê merasîmeke biheybet li dar xist. 

Endama Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Dijminê me planên dagirkirinê li dijî me didomîne. Hewl dide vîna gelê me û destkeftiyên bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe."

Cewahir destnîşan kir ku vîna gel ji êrişên dewleta Tirk a dagirker mezintir e. Her wiha Cewahir îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de jinan dike hedef ji ber ku jinan li herêmê şoreşa azadiyê bi rê ve bir û DAIŞ tune kir ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were. Cewahirê wiha domand: "Lewma divê em berxwedanê berdewam bikin ji bo ku planên li dijî gelê me têk bibin.

Berdevka YPJ’ê Roksan Mihemed jî wiha axivî: "Îro salvegera 7`an a şehîdên Qereçoxê ye. Her şehîdek, dîroka têkoşînê nîşan dide. Ew şehîdên xwedî ramanên ronakbîr û berxwedêr, ji bo gelan û avakirina neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş, tê koşiyan û canê xwe feda kir. Bi saya wan em îro li vir kom bûne."

Roksan destnîşan kir ku bi berxwedana şehîdan û ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê li hember êrişên dijmin û planên wê li ber xwe bidin û jiyaneke ewle peyda bikin.

Di dawiyê de Roksan Mihemed got: "Dewleta Tirk nikare vîna me bişikîne. Ji ber ku em gelekî berxwedêr in. Ji bo tunekirina planan û komployan divê em berxwedanê û têkoşînê mezin bikin."