Li peravên Cîbûtî keştiya koçberan noqî avê bû: 16 kes mirin û 28 kes wenda ne

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) roja Sêşemê ragihand ku ji ber binavbûna keştiyeke koçberan li peravên Cîbûtî herî kêm 16 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

IOM a girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li peravên Cîbûtî keştiyeke ku koçber tê de bûn noqî avê bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di keştiya noqî avê bû de herî kêm 16 koçber mirine û 28 koçber jî wenda bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hewldanên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji aliyê rayedarên herêmî û IOM'ê ve tên kirin dewam dikin”. Hat gotin ku di keştiyê de herî kêm zarokek jî di nav de 77 koçber hebûn.

IOM eşkere nekir ka zarok di nav kesên rizgarkirî de ye yan na.