Di Festîvala Dusseldorfê de panela ‘Sînemaya Kurd’

Di Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de panela ‘Sînameya Kurd’ hat lidarxistin.

1’emîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê

1’emîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê di roja duyemîn de didome. Di Festîvalê de panela ‘Sînemaya Kurd’ hat lidarxistin. Moderatoriya panelê Rojnamevan Ejder Xelîl kir û derhêner Mano Khelîl, Ozkan Kuçuk, Sevînaz Evdike, Ersîn Çelîk û Ozgur Rayzan axivîn.

Ersîn Çelîk di panela ku li Stêrk û Çira TV zindî hat weşandin de pirsa li ser sînameya Rojava wiha bersivand:

“Me hevalên wek Pîro, Mazdek şehîd dan. Kedeke mezin derket holê. Tecrube çêbûn. Sînama bêyî tecrube çênabe. Divê fîlm bên zêdekirin.

Divê ji niha û pê ve plansaziyeke ji bo 10 salan were kirin.”

Ersîn Çelîk wiha berdewam kir: “Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye. Zimanê me winda dibe. Ji ber vê yekê divê fîlmên bi Kurdî bikşînin. Ev helwestek li dijî asîmîlasyonê ye. Mînak dibe ku sala bê fokûsa festîvalê lehçeya Dimilî be. Ji ber ku lehçeya Dimîlî li gorî Kurmancî zêdetir di bin metirsiyê de ye.

‘JI BER ÊRÎŞÊN LEŞKERÊN TIRK ME LI EWROPAYÊ KIŞAND’

Mano Khelîl jî got ku ew li Çekoslovakya perwerdeya sînemayê girtiye, zêdeyî 30 sal in bi sînemayê re mijûl dibe, li Ewropayê 15 fîlm kişandine û 68 xelat wergirtine.

Mano Khelil wiha got: “Min xwest fîlmê Vîran li welatê xwe bikişînim. Min gelek xwest li Rojava bikişînim. Lê leşkerên Tirk êrîşî Rojava kirin û şer derxistin. Ji ber vê yekê em neçar man li Ewropayê bikişînin.

Mano Khelil li ser navê lêkirina fîlmê Cîran wiha got: “Dayika min ji Bakur e û bavê min jî ji Rojava ye. Min dibirin ser sînor û li sr serxet û binxet agahî didan. Zimanê me qedexe bû. Rejîma Baasê dixwest me bike kole. Fîlmê Cîran gelên ku li Sûriyeyê hatine kolekirin, vedibêje.

‘SÎNEMEYA KURD PÊŞ DIKEVE’

Ji organîzatorên festîvalê Ozgur Rayzan li ser pirsa “Çima Dusseldorf” wiha bersiv da: “Festîval ji bo kesên dixwazin fîlm çêbikin derfetên mezin çêdikin. Ji ber vê yekê lidarxistina festîvalan bi serê xwe girîng e. Ji bo festîvalê me Dusseldorfê hilbijart. Ji ber ku paytexta eyaleta NRW’ê ye. Li Elmanyayê eyaleta herî zêde Kurd lê dijîn NRW ye. Di heman demê de gelek hunermendên Kurd di vê eyaletê de dijîn. Me xwest hemû hunermend li hev bicivin.”

Sevînaz Evdikê ku ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî festîvalê bû, wiha axivî: “Ji sala 2015 heta 2023 me 50 ciwan hewl da fêrî kişandina fîlman bibin. Ji van 50 kesan yan 15 kes man yan neman. Ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man ji Rojava derkevin. Lê tevî her tiştê jî fîlmên nû tên kişandin. Tevî hemû êrîşan jî li Rojava sînemaya Kurd pêş dikeve û em hêvî dikin zêdetir fîlm bikişînin.”