CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî
Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku wî "ti tişt pêşkêşî Îranê nekiriye" û "qet neaxiviye". -
Şirîn Ebadî: Li Girtîgeha Evîn êşkence zêde bû
Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şirîn Ebadî, diyar kir dema ku Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kirî, hêzên Îranê bi ser girtîgehê de girtine, êşkence û tûndî li girtiyan kirine û ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê veguhestine. -
Li gorî IRNA’yê di êrîşên Îsraîlê de 935 kes mirine
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 132 jin in û 38 jî zarok in. -
Ji Îsraîlê daxuyaniya têkildarî 'Asayîbûna bi Sûriyeyê re'
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bal kişand ser mijara asayîbûna bi Sûriyeyê re û got, "Îsraîl eleqeyê nîşanî berfirehbûna xeleka asayîbûnê û aştiyê ya peymanên Abraham re dide." -
Tê gotin, ‘Trump ji bo Xezeyê planeke lihevkirinê amade dike’
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ragihand ku ji bo berdana dîlgirtiyên li Xezeyê “derfet” hene. Tê diyarkirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump jî planeke lihevkirinê amade dike. -
Di nava mehekê de 230 hezar Efgan ji Îranê derketin
IOM’ê roja Duşemê ragihand ku di meha Hezîranê de zêdetirî 230 hezar Efgan ji Îranê vegeriyane welatê xwe. -
Li gorî Îranê di êrîşa li ser Girtîgeha Evînê de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daxuyaniya Erka Dadgeriyê ya Îranê, di êrîşa li ser girtîgeha Evînê ya li Tehranê de 71 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Elmanya dixwaze piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê zêde bike
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Alexander Dobrindt serdana herêmeke li başûrê Tel Avîvê kir ku bû hedefa êrîşên dawî yên Îsraîlê û diyar kir ku welatê wî li hemberî Îranê divê piştgiriya ji bo Îsraîlê xurt bike. -
Li Xezeyê êrîş dewam dikin: Zêdeyî 80 kes mirin
Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ku di bin kontrola Hamasê de ye, ragihand ku di êrîşên hewayî yên 24 saetên dawî yên Îsraîlê de herî kêm 81 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Trump ji bo Netanyahu xilas bike zextê li dadgeriya Îsraîlê dike
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) Donald Trump anî ziman ku dewamkirina doza nelirêtiyê ya têkildarî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu 'ne ya qebûlkirinê' ye. -
Li Sûriyeyê gefa radîkal a zêde dibe: Tûgayên Ensar el Sunne
Îhtimal heye koma ku êrîşa li ser Dêra Mar Elîas a li Şamê girtî ser xwe, bi komên din ên radîkal ên herêmê re bibe yek. Bi taybetî tê pêşbînîkirin ku kom wê pêkhateyên olî hedef bigirin, di meha dawî de êrîşî 5 gundên Elewiyan hate kirin. -
Trump plana xwe ya ji bo sivikkirina pêkanîna li dijî Îranê, betal kir
Trump got, dibe ku ew bombekirina Îranê car din bifikire û plana ji bo sivikkirina pêkanînan betal kir. -
MSF: GHF, sîstemeke belavbûnê ye ku dibe sedema komkujiyê
Bijîjkên Sînor Nenas (MSF) bang kir ku xebatên Weqfa alîkariyê ya Xurekê ya li Xezeyê, demildest bên rawestandin. -
Îdîaya ‘Hîzbullah bi daxwaza Tehranê tevlî şerê Îran-Îsraîlê nebû’
Li gorî rayedareke payebilind ê DYE’yê, di şerê 12 rojan ê di navbera Îran-Îsraîlê de, Hîzbûllah li ser daxwaza Tehranê tevlî şer nebû. -
Katz: Em amade bûn ku Xamaney bikujin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz anî ziman ku di şerê Îranê yê 12 rojan de ew amade bûn ku dema firsend bi dest bixista lîderê olî yê Îranê bikujin. -
Trump: Peymana li ser elementên hêja ya bi Çînê re hate erêkirin
Qesra Spî roja pêncşemê daxuyanî da û ragihand ku bazirganiya xwe ya bi Çînê re pêş xistine. Peyman bi taybetî têkildarî wê yekê ye ku sewqiyata elementên xakê yên ku bi hêsanî peyda nabin, ji bo DYE’yê were bilezkirin. -
Dizê ji Sendroma Stockholmê re bûbû îlham mir
Clark Olofsson ê ku têgeha ‘Sendroma Stockholmê’ derxistibû holê, di 78 saliya xwe de li Swêdê jiyana xwe ji dest da. -
Li gorî Xamaneyî DYE’yê ‘sîleyeke giran’ xwar û Îsraîl ‘têk çûye’!
Serokê olî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaneyî, îdîa kir ku Îran li hemberî Îsraîlê ‘serketin’ bi dest xistiye û anî ziman ku DYE’yê ‘sîleyeke giran’ xwar û Îsraîl jî ‘têk çûye’. -
Şerê Îran-Îsraîlê: 12 rojan li Îranê 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di 12 rojên dawî de di encama êrîşên Îsraîlê de herî kêm 627 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 870 kes birîndar bûn. -
Li Efrîqaya Navîn di dema ezmûnê de îzdîham: 29 xwendekar mirin
Li paytextê Komara Efrîqaya Navîn Banguiyê di dema ezmûna qedandina lîseyê de bûyereke trajîk qewimî û herî kêm 29 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Nîjeryayê şer: Zêdeyî 100 çete hatin kuştin
Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê, di serdegirtina hêzên parastina xwecihî de zêdeyî 100 çete hatin kuştin. -
Li Meksîkayê di dema pîrozbahiyê de êrîş: 11 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê, di dema pîrozbahiya li taxekê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de êrişê de 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. -
Bobelata lehiyê ya li Çînê: 6 kes mirin, 80 hezar kes jî hatin veguhastin
Li Eyaleta Guizhou ya li başûrê Çînê ji ber baranê zêde ya vê hefteyê lehiyên mezin rabûn û herî kêm 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Îranê di pêvajoya 12 rojên şer de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin
Li gorî medya Îranê, di nava 12 rojên şerê bi Îsraîlê re bi îdîaya 'Hevkarî bi Mossadê re kirine' 700 kes hatin binçavkirin. -
Li gorî DYE'yê Îranê beriya êrîşê ûranyûm nebir cihekî din
Li gorî Qesra Spî, Îranê beriya êrîşan ûranyûma dewlemendkirî nebir cihekî din.