Îranê hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm kir

Çavkaniyekî nêzîkî Hizbullaha Libnanî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandin ku Îrana her ku diçe rû bi rûyê êrîşên Îsraîlê dimîne, hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriyeyê kêm dike.

Li gorî nûçeyeke AFP'ê çavkaniyeke nêzî Hizbullahê ku li Sûriyeyê bi hêz e û piştevaniya Beşar Esad dike, diyar kir ku ev bicibûna leşkerî ya ji nû ve di hefteya borî de pêk hatiye.

JI HEMÛ BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ VEKIŞIYAYE

Heman çavkaniyê ragihand ku artêşa Îranê ji heya her du taxên Sûveyde û Derayê yên Şamê û herêmên li ser sînorên Îsraîlê jî di nav de ji hemû başûrê Sûriyeyê vekişiyaye.

Lê belê çavkaniya Hizbullahê ragihand ku ew li dijî êrîşên Îsraîlê xwe diparêzin û hevdîtinên xwe yên li konsolosxaneya Îranê ya li Şamê berdewam dikin.

Îsraîlê di 1’ê Nîsanê de di êrîşeke xwe de konsolosxaneya Îranê ya li Şamê hedef girtibû di encama vê êrîşê de 2 jê leşkerên payebilind 7 endamên Mihafizên Şoreşê yên Îranê hatibun kuştin.

Îranê jî di 13’yê Nîsanê de li dijî Îsraîlê êrîşeke tolstantinê pêk anîbû. 

HIZBULLAH Û MILÎSÊN IRAQÎ BI CIH BÛNE

SOHR’ê da zanîn ku li van herêman leşkerên Lubnanî û Iraqî yên alîgirên Îranê, hatine şûna leşkerên Îranê.

Li gorî hin çavkaniyên din ên ku agahî dane AFP’ê jî hebûna Îranê ya li Şamê kêm bûye û bi taybet jî hin ofîsên girêdayî artêşa Îranê hatine girtin û di heman demê de hate îfadekirin ku li gelek taxên Şamê al, afîş û portreyên serokên Îranî hatine rakirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyan Îran hebûna xwe ya li herêma Seyyîde Zeynebê ya li başûrê Şamê zêde dike.

BICIHBÛNA JINÛVE DI MEHA ÇILEYÊ DE DESTPÊ KIR

Li gorî çavkeniyeke nêzîkî Hizbullahê jî bicihbûna leşkerî ya ji nû ve piştî êrîşa di 20’ê Çileyê de destpê kiriye ku di wê êrîşê yek jê serleşkerê îstixbarata Îranê 5 leşkerên Îranî hatibûn kuştin. Fermandarekî Mihafizên Şoreşê jî di encama êrîşeke di Kanûna 2023’yan de ya li Nêzîkî Şamê hatibû kuştin.

ŞÊWIRMENDÊN LEŞKERÎ JI SÛRIYEYÊ DERKETINE

SOHR’ê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê di meha Adarê de gelek şêwirmendên leşkerî yên Îranî ji Sûriyeyê derketine.

LI HELEB Û DÊRAZORÊ NE

Lê belê li gorî hin şahidan ku AFP’ê  li gel wan hevdîtin pêk aniye şêwirmendên leşkerî li Heleb û bi taybetî jî li herêma Dêrezorê hebûna xwe didomînin. Her wiha li gorî heman şahidan, hebûna leşkerî ya Îranê ya li rojhilatê Sûriyê li herêma Bûkemalê ya li nêzîkî sînorê Iraqê  zêde bûye.