Çekên teqîner di sala 2023’yan rê li ber zirareke mezin vekir!

Handicap International daxuyand ku çekên teqîner di sala 2023’yan de zirareke “mînaka wê nayê dîtin” da sivîlan.

ÇEKÊN TEQÎNER

Rêxistina sivîl a civakî Handicap International roja Duşemê rapora salane weşand û daxuyand ku nêzîkî 75 welat û herêm, ango sêyeka cîhanê di sala 2023’yan de ji çekên teqîner ên hatin bikaranîn bibandor bûn û zirareke “mînaka wê nayê dîtin” da binesazî û nifûsa sivîlan.

Di raporê de bal kişand ser zêdebûna êrîşên li ser tenduristiyê (di sala 2023’yan de 763 bûyer, +%12), perwerdehiyê (+ %80) û binesaziyên alîkariyên mirovî zêde bûne û hejmara sivîlên ku hatine kuştin ji sala 2022’yan %122 zêdetir bûye.

Hat diyarkirin ku şerê ku artêşa Îsraîlê di 6 mehên dawîn de li hemberî êrîşa 7’ê cotmehê ya Hamasê ya Filîstînê li Xezeyê da meşandin, rê li ber zêdebûna van hejmaran vekir.

Di raporê de hat ragihandin ku li gorî daneyên Banka Cîhanî ji sedî 60 xaniyên li herêmên Filîstînê ku yek ji herêmên herî qelebalix ên cîhanê ye, hilweşiyane an jî zirar dîtine.

Handicap International destnîşan dike ku neh welat an herêm hene ku bi taybetî bibandor bûne ev in: Lubnan, Myanmar, Pakistan, Filîstîn, Somalî, Sûdan, Sûriye, Ukrayna û Yemen.

Di raporê de tê gotin ku %90 qurbaniyên çekên teqîner ên ku li bajaran tên bikaranîn sivîl in.

Rapor di dema civîneke navdewletî ya ku ji bo nirxandina danezana 2022’yan roja Duşemê li Osloyê dest pê kir de hat weşandin. Danezana ku ji aliyê 86 welatan ve hatiye îmzekirin, armanc dike ku sivîlan li dijî bikaranîna çekên teqîner sivîlan baştir biparêze.

Li gorî Handicap Internationalê ji van dewletan 28 jê di bin bandora çekên teqîner de mane.

Îsraîl û Rûsya ne di nav dewletên ku danezana 2022’yan îmze kirine de ne. Rêxistinên sivîl bang li dewletan dikin ku tavilê peymana navneteweyî bi cih bînin û ji bo kêmkirina êşên mirovan siyasetên berbiçav têzin meriyetê.