EFJ’ê bi tundî helwesta polîsên Belçîkayê ya li hemberî Çapemeniya Azad şermezar kir

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) bi tundî nerazîbûn nîşanî polîsên Belçîkayê da ku li studyoyên Medya Haber û Stêrk TV'yê lêgerîn pêk anîn û bang li rayedaran kir ku rêz li nepenîtiya çavkaniyên rojnamevanan bigirin.

ÊRÎŞA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD HATE ŞERMEZARKIRIN

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) bi daxuyaniyekê êrîşa polîsên federal ên Belçîkayê li ser studyoyên televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber, şermezar kir.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Lêgerîna ku bi beşdariya zêdetirî 200 polîsan li avahiyên Stêrk TV û Medya Haber ên bajarê Denderleeuwê hate kirin, ji saet 1’ê şevê heta saet 4.30’ê sibehê dom kir. Weke ku di wêneyan de tê dîtin, gelek derî bi zorê hatine vekirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Federal, lêgerîn li ser daxwaza dozgeriya dijî terorê ya neteweyî ya Fransayê PNAT hatiye kirin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser fînansekirina Partiya Karkerên Kurd (PKK) de, rayedarên Fransî guman dikin ku kanalên televîzyonê bi PKK'ê re têkildar in. Partiya ku di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê da ye, li Belçîkayê êdî wek rêxistina terorê nayê qebûlkirin."

Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê EFJ Ricardo Gutiérrez jî cih girt û got, "Nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê ji bo televîzyonên Kurd ên ku li Belçîkayê ne jî bi heman awayî derbas dibe. Divê her binpêkirin bi rêgez be û bi baldarî were meşandin."

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku ev ne cara yekem e ku televîzyonên Kurdî dibin hedefa êrîşên ewqas mezin ên polîsan û wiha hate gotin: “Berê jî di salên 1996 û 2010’an de du êrîşên bi heman rengî yên polîsan hatibûn kirin.”