HILBIJARTINÊN XWECIHÎ 2024
Hemû Nûçe
-
Milîsên Edaleta Karkeran a HBDH'ê li 2 bajaran çalakî kirin
Milîsên Edaleta Karkeran a HBDH'ê gotin, "Ji bo silavkirina berxwedana karkeran a 15 û 16'ê Hezîrana 1970'î wan li du bajaran sê çalakî kirine." -
Serketina li Curnê Reş diyarî berxwedêrên li Colemêrgê hate kirin
Hevşaredarên Curnê Reş ên DEM Partiyê mazbataya xwe wergirtin û serketina xwe ya di hilbijartinê de, diyarî berxwedêrên li Colemêrgê kirin. -
Hevşaredarên Curnê Reş: Em serketinê diyarî Mûhsîn Melîk dikin
Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş ku ji bo Şaredariya Curnê Reş ji DEM Partiyê hatin hilbijartin, diyar kirin ku wê ji bo hemû şêniyên navçeyê bixebitin û encamên hilbijartinê diyarî siyasetmedarê Kurd Mûhsîn Melîk kirin. -
DEM Partî li Curnê Reş bi ser ket
Li gorî encamên nefermî DEM Partî li navçeya Curnê Reş bi 10 hezar û 730 dengan bi ser ket. -
Li 7 navendan hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
Li 7 navendan ku YSK’ê biryara dubarekirina hilbijartinan dabû, dengdayîn bi dawî bû. -
Li Curnê Reş gel bi hilbijartinê re eleqeder e
Ji bo hilbijartina ku li navçeya Curnê Reş tê dubarekirin, kar û barên dengdanê bi eleqeyeke zêde didome. -
Li 3 navçe û 4 bajarokan dengdayîn destpê kir
Li 7 navendên ku YSK’ê biryar da bû ku hilbijartin jinûve lê bên kirin, dengdayîn destpê kir. -
Xelkê Curnê Reş wê sibê biçin ser sindoqan: Dengê me ji bo Dem Partî ye
DEM Partî li Curnê Reşê ku wê sibê hilbijartina xwecihî bê nûkirin bang li her kesî kir ku xwedî li îradeya xwe derbikevin. -
Curnê Reş careke din ji bo bersivdayînê amade ye
Parlementera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku gelê Curnê Reş vê carê wê bi ferqeke mezintir bersivê bide desthilatdariyê. -
Bakirhan: Em ê li Curnê Reş derseke baş bidin hîlekaran
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Curnê Reş a ku wê hilbijartin bê nûkirin xitabî bi hezaran şêniyên Curnê Reşê kir û got: "Gelê Curnê Reş wê di 2'yê Hezîranê de careke din şaredariya ku ji wan hatiye dizîn bi dest bixe.” -
Ciwanên Curnê Reş piştgirî da DEM Partiyê
Li Curnê Reş a ku wê hilbijartin lê were nûkirin ciwanan bi meşeke meşaleyî piştgirî da DEM Partiyê. -
Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê dewam dikin
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî de ku 2’yê Hezîranê wê li navçeya Curnê Reş a Rihayê dubare bên kirin, îro bi pêşengiya jinan bername lidar xist. -
Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn hişt
DEM Partî daxuyand ku beriya hilbijartinê 82 cihên şaredariyê ji aliyê qeyûm ve hatine firotin û deynê wan 72 milyon û 65 hezar TL ye. -
DEM Partî li Curnê Reşê starda hilbijartinê da: Em ê di 2’ê Hezîranê de dîsa bi ser bikevin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li Curnê Reşê axivî ku biryara jinûvekirina hilbijartinê hat kirin û wiha got, “Em ê di 2’yê Hezîranê de dîsa bi ser bikevin. Curnê Reş DEM e, DEM Curnê Reş e." -
Çavdêrên navneteweyî: Hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirin
Çavdêrên ku li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê şopandin, ragihandin ku hilbijêrên veguhestî bandor li encamên hilbijartinê kirine û xwestin hilbijartin ji nû ve bêne kirin. -
YSK'ê îtîrazên hilbijartinê li 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
YSK'ê li 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan serlêdanên 8 partiyên siyasî yên ji bo betalkirina hilbijartinê û mazbatayan red kir -
Deyn 1 trîlyon TL ye, lê xizmet nîne
Hevşaredarê Geverê Şorej Dîrî got, qeyûman Şaredariya Geverê xistiye bin deynê ji 1 trîlyon TL'yî, lê tevî vê yekê jî ti xizmet ji bajêr re nekiriye. -
Hevşaredarên Licê mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên Licê yên DEM Partiyê ku di hilbijartinan de bi rêjeya herî zêde bi ser ketin, mazbatayên xwe wergirtin û bi sedan kesî re çûn avahiya şaredariyê. -
Xelkê Kerboranê piştî 8 salan kete hundirê avahiya şaredariyê
Hevşaredara Kerboranê Asya Gezer bal kişand ser xwedîderketina gel a pêvajoya hilbijartinê û got, piştî 8 salan karîbûn bikevin avahiya şaredariyê. -
Serokê YSK'ê: Hilbijartinên li 4 deveran wê 2'ê Hezîranê dubare bibin
Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku pêvajoya îtirazê ya awarte wê 14'ê Nîsanê bi dawî bibe û ragihand, ku li 4 deveran wê hilbijartin di 2'ê Hezîranê de dubare bibe. -
Pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14’ê Nîsanê bidome
Dema îtîrazên asayî yên ji bo YSK'ê yên der barê hilbijartinên xwecihî bi dawî bû û pêvajoya îtîrazê ya awarte wê heta 14'ê Nîsanê dewam bike. -
Hevşaredarên Pasûr û Weysel Karanî mazbatayên xwe wergirtin
Hevşaredarên DEM Partiyê yên ku tevî sextekariya desthilatdariya AKP-MHP'ê bi 4 hezar dengan zêdetir şaredariya Pasûrê bi dest xistin, mazbataya xwe wergirtin. Hevşaredarên Weysel Karanî yê Sêrtê jî mazbatayên xwe wergirtin. -
Qeyûm tayînî Şaredariya Curnê Reş hate kirin
Li Şaredariya Curnê Reş ku DEM Partiyê di hilbijartinan de bi dest xistibû, Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş weke qeyûm hate tayînkirin. -
Qeyûm şaredariya Xelfetiyê di bin deynan de hişt û radest kir
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram anî ziman ku li şaredariya dewr wergirtin hejmara xebatkaran gelekî zêde ye û qeyûm 400 milyon TL deyn hişt. -
DEM Partî ji bo Gêlê serî li YSK’ê da
DEM Partiyê ji bo ku dengên navçeya Gêlê ji nû ve bên jimartin serî li YSK’ê da.