CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Global Witness: Di sala 2023’yan de nêzîkî 200 aktîvîstên jîngehê hatine kuştin
Global Witness roja Sêşemê raporek weşand û diyar kir ku di sala 2023’yan de li seranserê cîhanê nêzî 200 hawirparêz hatine kuştin. Hat ragihandin ku Kolombiya ji bo aktîvîstan, welatê herî bitalûke ye. -
Li Wanê çandinî û sewalkarî li ber tinebûnê ne
Hevşaredarê Seravê Davût Acar destnîşan kir ku cotkar berdêla polîtîkayên şaş ên desthilatdariya AKP-MHP'ê didin û got, qadên li ser sînor ên weke herêma leşkerî hatine ragihandin li pêşiya çandiniyê asteng in. -
Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi modelên alternatîf bi ser bikevin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di ‘Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê’ de axivî û got: “Li Kurdistanê polîtîkaya taybet heye, em ê bi polîtîka û modelên alternatîf bi ser bikevin.” -
Şîrketa madenê ya li Golanê gefê li ekosîstem û gel dixwe
Projeyên madenê yên ji aliyê Koza Holdingê ve li navçeya Golan a Erdexanê têne meşandin hem li ser ekosîstemê hem jî li ser xelkê herêmê gefeke cidî ye. -
Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê ji Akbelen heta Cûdî têkoşîna hevpar bê avakirin û got, "Eger me bikariba pêşî li şewitandina darên Gabar û Cûdî bigirta, dibe ku li Îzmîrê rewşeke cuda derketa holê." -
WHO’yê têkildarî bandorên germahiya gerdûnî ya li ser tenduristiyê, hişyarî da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî bandorên nerênî yên germahiya gerdûnî ya li ser tenduristiyê, fikarên xwe anî ziman. -
Hêzên Şamê bombe li stasyona avê barand
Hêzên hikumeta Şamê û milîsên Dîfa Wetenî bombe li stasyoneke avê ya bajarê Ebû Hemam barand. -
Par li Ewropayê ji ber germahiyê nêzî 48 hezar kes mirin
Li gorî lêkolîneke nû hat weşandin, di sala 2023’yan de li Ewropayê ji ber hewaya germ 47 hezar û 690 kes mirin. -
Germahî bi dijwarî bandorê li şevan jî dike
Li gorî lêkolîneke Climate Central, ji ber guhertina werzê, germahî bi dijwarî bandorê li şevan jî dike. -
Li Hesendînê li dijî madenê mîtîng: Pêwîst bike em ê her roj nobet bigirin
Li Zozanên Hesendînê li dijî projeya madenê mîtîng hate lidarxistin û peyama “Eger pêwîst bike em ê her roj nobetê bigirin” hate dayîn. -
Li dijî gundiyên Muglayê êrîş pêk hat: 7 kes hatin binçavkirin
Leşkerên Tirk, êrîşî gundiyên ku li dijî avakirina HES'ê ya tê xwestin li Fethiyê bê avakirin nobet digirtin kir û 7 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. -
Xwezaya Qersê wê bi projeyên santralên rojê bê talankirin
Şêniyên gund dibêjin, eger projeya santralên rojê GES’ê pêk were wê şînatiyên ku cureyên endemîk lê dijîn zerarê bibîne û sewalkarî tine bibin. -
Desteya Jîngehê şewitandina xwezaya Efrînê şermezar kir
Desteya Jîngehê ya Kantona Efrîn- Şehbayê daxuyaniyek nivîskî da û ragihand ku ji sala 2018’an ve nîv milyon darên zeytûnê û zêdeyî 21 milyon darên din hatine birîn. -
Dibe ku jiyana komplîke ya li cihanê ji ya tê zanîn kevintir be
Komeke zanyaran destnîşan kir ku têkildarî jiyana komplîke ya pirşaneyî delîl hene ku 1,5 milyar sal beriya ya ku tê zanîn destpê kiriye. -
Li herêma Serhedê lehî rabû: Li Qereyaziyê ciwanekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber lehiyên ku li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê rabûne, li Qereyaziyê Yakûp Eren ê 23 salî jiyana xwe ji dest da. -
‘Li kantona Firatê heta niha 75 hezar ton genim hatiye wergirtin’
Sewsen Daban diyar kir ku heta niha bi qasî 75 hezar ton genim li kantona Firatê hatiye wergirtin û got ku heta hebek genim hebe ew ê ji cotkaran bikirin. -
Ekolojîstên li herêma şewatê: Sedema şewatê DEDAŞ e
Ekolojîstên ku serdana herêma şewatê ya di navbera Çinar û Şemrexê de kirin, bal kişandin ser polîtîkayên talankirina xwazyê yên desthilatê û gotin, "Sedema şewatê DEDAŞ e." -
Jîngeh û henase
Îro ji her demê zêdetir pêwîstiya mirovan bi aramî û derûniya baş heye. Têkiliyeke zêde ya derûniya baş bi jîngehê re heye. -
Gundên Pasûrê di bin bendavê de dimînin: Em ê warê xwe neterikînin
Gundiyên navçeya Pasûrê ku gundê wan wê di bin bendavê de bimîne, diyar kirin ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirina Kurdan dimeşîne û gotin, "Em ê warê xwe, xwezaya xwe neterikînin." -
Jîngeh û mirov
Nabe ku mirov ji mala xwe hez bike lê ji taxa xwe hez neke; ji taxa xwe hez bike lê ji bajarê xwe hez neke; ji bajarê xwe hez bike lê ji welatê xwe hez neke; ji welatê xwe hez bike lê ji dinyayê hez neke. Em li seranserî dinyayê girêdayî hev in. -
Li Çiyayê Şengalê şewat
Duh bi şev li Çiyayê Şengalê şewat derket. Hat diyarkirin ku ji ber bayê kontrolkirina şewatê zehmet bû. -
'Em ê bi gelê xwe re jîngehê ji nû ve şîn bikin'
Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Cizîrê Mihemed Ehmê bal kişand ser girîngiya parastina ekolojiyê û got ku ekolojî girêdayî civak û jiyanê ye, ji bo parastina wê divê hemû gel alîkariya Desteya Ekolojiyê bike. -
'Dewleta Tirk korîdoreke Tirk-Ereb ava dike, divê welatên Ereb li ber rabin'
Rojnamevanê Sûriyeyî Ebdulrehman Rebû anî ziman ku dewleta Tirk li nava xaka Sûriyeyê korîdoreke Tirk-Ereb ava dike û destnîşan kir ku divê welatên Ereb li hemberî vê yekê helwestekê nîşan bidin. -
PJAK: Xwerêxistinkirina gel a ji bo parastina jîngehê divê bibe karê herî ewil
Komîteya Ekolojiyê ya PJAK’ê têkildarî şewatên van demên dawî yên li hin herêmên rojhilatê Kurdistanî da xuyakirin ku berpirsa van şewatan dewleta Îranê ye û daxwaz ji gelê Kurd kir ku ji bo parastina jîngehê xwe rêxistin bikin. -
'Li dijî mêtingeriyê pêwîstî bi têkoşîna ekolojîk heye'
Ji Polen Ekolojiyê Cemîl Aksû got, têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê têkoşîneke ekolojîk be û bal kişand ser erk û wezîfeya ji bo parastina xwezayê û çavkaniyan.