BI DÎMEN

Milîsên MAK’ê li Xinûsê çalakî kirin

Milîsên MAK’ê ragihand ku li navçeya Xinûs a Erziromê li dijî mala sixûrê dewleta Tirk Haci A. bi bi molotof û teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine.

LI XINÛSÊ LI DIJÎ SIXÛRÊ ŞERÊ TAYBET ÇALAKÎ

 Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekî ragihand ku wan 23’ê Nîsanê di saet 22:30’an de li navçeya Xinûs a Erziromê li dijî mala sîxûr Haci A. ku demeke dirêj e bi dewleta qirker re hevkariyê dike, bi molotof û teqemeniyên destçêkirî çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî çalakiyê gelek ambulans û komên polîsan li derdora mala sixûr Haci A. hatine sewqkirin. Hat diyarkirin ku milîs bi awayekî serkeftî ji qada çalakiyê vekişiyane.

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em ê tu car nekevin bin kontrola împaratoriya tirsê ku dewleta Tirk a qirker dixwaze biafirîne. Berovajî wê hebûna me ji dewleta Tirk a faşît û hevkarên wî yên li Kurdistanê re bibe tirs. Em zarokên Kurd ên welatparêz in ku bi sonda tolhildanê dijîn. Em ê li Kurdistanê rê nedin pêkanînên faşîst û xeta xiyanetê.”