Koreya Başûr tesîsa hilberandina çîpan a di cîhanê de herî mezin ava dike

Koreya Başûr ji bo ku bibe hilberînerê çîpan ê herî mezin, dest bi hewldanan kir. Seûl dixwaze bi şerê zêdeyî 400 milyar euro bibe lîderê cîhanê.

Dewleta ku bi fîrmayên Samsung û SK Hynix re hevkariyê dike, plan dike ku heta sala 2047’an qasî 428 milyar euro li vê tesîsê birazîne.

Li gorî daxuyaniya Serokê Dewletê Yoon Suk-yeol tesîsa navborî wê nêzî 3,5 milyon kesan îstihdam bike. Yoon dibêje ku ji bo pêşwazîkirina mezaxtina enerjiya heyî, hilberandina enerjiya kapasîteya nukleer’ê bes e.

Koreya Başûr di bazara Çîpên DRAM ên di kompûteran de tên karanîn û çîpên NAND ên ku di kartên SD yan jî harddîskên SSD’ê de tên karanîn de, bi para ku ji sedî 60’ê derbas dike, serkêşiyê dike. Koreya Başûr armanc dike heta sala 2023’yan di bazara çîpan de peredayîna xwe ya ji sedî 3’yî heta sedî 10 zêde bike. Bi vê peymanê Samsung dixwaze reqîbê xwe yê ji Tayvanê TSMC’ê di hilberandinê de derbas bike ku TSMC niha di vê qadê de lîder e.

Tesîsa ku înşaetê plan dike, qadên endustriyê yên cur be cur ên wîlayeta Gyeonggî’yê digire nav xwe. Ev jî bi giştî 21 hezar hektarê, yanî nêzî qadeke qasî 30 hezar sahên futbolê tekabul dike. Tê plankirin ku heta sala 2047’an li 19 yekîneyên hilberandinê, 16 yên din jî yên nû bê zêdekirin. Tê plankirin ku di nava van de sê febrîqeyên hilberandinê û du febrîqeyên lêkolînê jî heta sala 2027’an bên birêvebirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir Samgung û SK Hynix wê heta sala 2030’an di mehê de 7,1 milyor çîpan hilberîne. Wezîrê Sanayiyê Ahn Duk-geun daxuyanî da û got: “Eger em avakirina tesîsa xwe ya çîpan a mezin a di demeke zûtir de biqedînin, wê li seranserê cîhanê di sektora çîpan de bigihije qabiliyeta rekabetê û em ê ji nifşên ciwan re di asteke bilind derfetê kar biafirînin.”

Samsung armanc dike ku nêzî 320 milyar euro li vê projeyê razîne.

SK Hynix jî li Yongin’ê ji bo înşaeta 4 febrîqeyên nû wê nêzî 7,9 milyar euro birazîne.