Ji bo 3 rojnamevanan daxwaza girtinê

Ji rojnamevanên binçavkirî Mehmet Aslan, Erdogan Alayûmat û Esra Solîn Dal bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

DAXWAZA GIRTINA ROJNAMEVANAN

Di serdegirtinên malan ên di 23’yê nîsanê de li Stenbolê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn, kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayûmat, li Enqereyê nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan û li Rihayê jî nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.  Rojnamevanên piştî îfadeya li emniyetê sewqî Edliyeyê hatin kirin.

Nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan ji Edliyeya Enqereyê, rojnamevan Kaynak jî li Edliyeya Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê îfade da dozgeriyê. Rojnamevanên din sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin.  

Îfadeyên rojnamevanan ên li dozgeriyê temam bûn. Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirin, axaftinên li ser telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan re kirin û parvekirinên li ser medyaya dijîtal a X’ê hatin pirsîn.  

Dozgeriyê rojnamevan Mehmet Salan, Esra Solîn dal û Erdogan Alayumat bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Rojnamevanên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.