ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di berxwedana Efrînê de nûçegihanek birîndar bû
Endamê Ragihandina YPG'ê Zagros Deştî li Efrînê di dema berxwedana serdemê de birîndar bû. -
Bi hezaran kes ji Efrînê diçin Şerayê
Girseya gel a ji şêniyên Efrînê ji bo destekê bidin berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ber bi navçeya Şera ve bi rê ket. -
Bomberdûmana li ser Cindirêsê dewam dike
Bomberdûmana hêzên dagirker ên dewleta Tirk a li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê dewam dike. -
Nasnameya 10 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameya 10 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Hevkariya Tirkiye-Rûsyayê DAÎŞ û El Nusra xurt kir
Ji roja ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê hatiye destpêkirin li Sûriyeyê nîqaşeke girîng heye. Tê diyarkirin ku hevkariya Tirkiye û Rûsyayê, çeteyên wekî DAÎŞ û El Nusrayê xurt dike. -
Hêvî Mistefa bersiv da berdevkê NY'ê: Bila Efrînî biaxivin
Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bersiv da îdîayên Berdevkê NY’yê. Hêvî Mistefa diyar kir ku biryara agirbestê li ser kazexê maye, di maweya agirbestê de dewleta Tirk 50 sivîl kuştine û got, ‘’Werin em bi gelê Efînê re biaxivin.’’ -
Efrînî berê xwe didin navçeya Mabata
Efrînî ji bo biçin navçeya Mabata ku di hedefa êrîşên dagirkeriyê de ye, li ber Nexweşxaneya Dersimê li hev dicivin. -
Artêşa Tirk a dagirker dîsa bombe li sivîlên li Cindirêsê barand
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê jî bi balafirên şer bombe li navenda Cindirêsê barand. -
Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker 21 firinên Efrînê xera bûn
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ev 46 roj in dewam dikin. 21 firinên il navenda bajêr û navçeyan, ji ber bomberdûmana balafirên şer û topbaranê hilweşiyan. -
NÛ BÛ-Navê şehîd û birîndarên Cindirêsê diyar bûn
Di êrîşa balefirên şer a li dijî gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê de, 2 kes şehîd bûn ku di nava wan de pitika 3 mehî jî heye. Li aliyê din di êrîşê de 8 sivîl jî birîndar bûn. -
Balefirên şer dîsa li sivîlan xist: 2 şehîd, 8 birîndar hene
Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Firêriye yê navçeya Cindirêsê êrîşî sivîlan kir. Li gorî agahiyên destpêkê 2 sivîl şehîd bûn, 8 sivîl jî birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Mezlûm bi merasîmeke heybet hate veşartin
Welatiyên Kantona Kobanê bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Şêxo (Mazlum Ziravik) ê 3’yê Adarê li gundê Zormixarê yê Kobanê di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Dîmenên nû ya hovitiya êrîşa Tirk a dagirker a li Cindirêsê…
Dîmenên nû yê êrîşa Tirk a dagirker a li Cindirêsê derket holê. Îro danê sibê di êrîşa li dijî navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 3 ji wan zarok bûn. Dîmenên piştî êrîşî gihiştin ANF’ê. -
QSD’ê bîlançoya roja 45 a Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyanike nivîskî bîlançoya 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir. -
Gelê Efrînê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spart axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Dêra Zorê û Kobanê eşkere kir. -
Li Dêrazorê fermandarê ji Efrînê: Erdogan DAÎŞ’ê xurt dike
Nûman Cîlo yê ji Efrînê yek ji fermandarê girîng ê QSD’ê ye û li eniyên pêş fermandariyê dike. -
Ji birîndarên li Racoyê 3 kes şehîd bûn
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in. Hate ragihandin ku ji birîndaran 3 kesên din jî şehîd bûn. -
Bîlançoya wehşeta li Cindirêsê: 13 sivîl şehîd bûn, 3 jê zarok in
Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a barbar, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 13 sivîl şehîd bûn ku 3 ji wan zarok in. Gelek kes jî birîndar bûn. -
Çandiniya li ser axa berxwedanê
Axa Efrînê ya bi bereket a ku 400 hezar Efrîniyan û 300 hezar penaberan xwedî dike, bi berxwedanê re bêndera xwe radike. -
Dewleta Tirk a barbar li Cindirêsê komkujî kir: Gelek sivîl mirin
Artêşa Tirk a dagirker, di roja 45'an a êrîşên xwe yên dagirkeriyê de li navçeya Cindirêsê gelek sivîl kuşt. -
Efrîn wê malovaniyê ji çalakiyên 8'ê Adarê re bike
Li Efrînê amadekariyên ji bo 8'ê Adarê dewam dikin. Bi pêşengiya Kongreya Star wê sê rojan li bajêr çalakî bên lidarxistin. -
Li gundê Berbenê di êrîşê de 21 sivîl birîndar bûn, 7 jê zarok in
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan dewam dikin
Li gundê Berbane yê navçeya Raco ya Efrînê, ji ber topbarana dewleat Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAÎŞ-El Qaîdeyê zarokek birîndar bû. -
Artêşa Tirk bi balafir û obusan bombe li Efrînê barand
Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev jî bi balafirên şer û obusan bombe li gelek herêmên Efrînê barand.