QSD’ê bîlançoya roja 45 a Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyanike nivîskî bîlançoya 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyanike nivîskî bîlançoya 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê 24 seatên dawîn ya ‘Berxwedana Serdemê’ ragihand. QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve sivîl û warên welatiyên sivîl dikin hedef. Di van êrîşan de welatiyên sivîl şehîd û birîndar dibin.
QSD’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyarkir;
“Tevî biryara Konseya Ewlekariyê ya navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û biraya konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me neçar dimînin ku bersiv bidin û gelê Efrînê biparêzin.
ŞERA
Li eniya Şera hêzên me wesayîteke leşkerî ya Artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Çema şopand û kir hedef. Di encamê de wesayît bi temamî hate rûxandin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û El-Nusra yên li ser gundên Şerayê didomin. Bi vê yekê re hemwext, balefirên Tirk gundên Sînka, Baflûn, Meydankê yên Êzidiyan û navneda navçeyê bombebaran dike.
CINDIRÊSÊ
Dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balafiran êrîşî navçeyê dike û rast e rast sivîlan dike hedef. Di encamê de duh li gundê Kefer Sefrê şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.
Di rojên dawî de balefirên Tirk bênavber navenda herêma Cindirêsê û gundê Miskê Foqanî bombebaran dike. Hat zanîn ku li vê eniyê şehîd û birîndarên sivîl (di nav de zarok û jin) hene.
RACO
Balafirên Tirk gundên eniya Raco bênavber bombebaran dikin. Li aliyekî din jî bi çekên giran êrîşî herêmê dikin.
Li gundê Meydan Ekbesê jî artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan şewitandin.
Îro di saet ên sibehê de jî artêşa dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî gundê Berbenê krin û sivîl kir hedef . Hat zanîn ku bi dehan sivîl birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Avirîn.
BILBILÊ
Artêşa dagirker û çeteyên wê eniya Bilbilê bi çekên giran topbaran dikin û ji şevê din ve balafirên Tirk bênavber navçeyê bombebaran dikin.
MABETA
Îro ji saetên sibehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Mîrkan, Şîtka û Birîmca yên eniya Mabatayê bi çekên giran topbaran dikin.″