Bomberdûmana li ser Cindirêsê dewam dike
Bomberdûmana hêzên dagirker ên dewleta Tirk a li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê dewam dike.
Bomberdûmana hêzên dagirker ên dewleta Tirk a li ser navçeya Cindirêsê ya Efrînê dewam dike.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji 20'ê Çileyê ve didomin. Di roja 46'an de careke din bombe li navenda Cindirêsê hate barandin. Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi çekên giran êrîş kir û topan diavêje navend û derdora navçeya Cindirêsê.
Wekî din li gundê Sînka yê navçeya Şerayê di navbera şervanên YPG'ê û hêzên Tirk ên dagirker de şerekî dijwar diqewime.