Dewleta Tirk a barbar li Cindirêsê komkujî kir: Gelek sivîl mirin
Artêşa Tirk a dagirker, di roja 45'an a êrîşên xwe yên dagirkeriyê de li navçeya Cindirêsê gelek sivîl kuşt.
Artêşa Tirk a dagirker, di roja 45'an a êrîşên xwe yên dagirkeriyê de li navçeya Cindirêsê gelek sivîl kuşt.
Artêşa Tirk a dagirker bi rengekî bê navber êrîşî cih û warê sivîlan ên li Efrînê dike. Artêşa dagirker ku bi sedan sivîl di nava 45 rojan de kuşt, îro li navçeya Cindirêsê komkujiyeke din kir.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, balafirên şer ên Tirk bombe li navçeyê barandin û ji ber bomberdûmanê gelek sivîl şehîd bûne, gelek jî birîndar bûne. Lê li ser hejmara şehîd û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.
Nûçegihanên me yên li herêmê ragihandin ku gelek sivîl di binê xirbeyên xaniyan de mane.
ANF'ê dîmenê hilweşîna ku ji aliyê dewleta Tirk a barbar ve li Cindirêsê hate kirin kişand.