Di berxwedana Efrînê de nûçegihanek birîndar bû

Endamê Ragihandina YPG'ê Zagros Deştî li Efrînê di dema berxwedana serdemê de birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û diyar kir ku endamê wan ê ragihandinê Zagros Deştî di Berxwedana Serdemê de li Efrînê birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate dayin: "Hevrê Zagros demeke dirêj bû ku li eniya Şera berxwedana şervanan dişopand. Zagros roja 5'ê Adarê dema ku li ser karê xwe bû di encama êrîşeke hewayî de birîndar bû.

Hate zanîn ku xeteriya jiyanî derbas kiriye û rewşa wî baş e.