YPG’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şehîdên Dêra Zorê û Kobanê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir yên ku li Dêra Zor û Kobanê şehîd bûbûn.

YPG’ê di daxuyaniya xwe ev tişt diyar kir;

“Li Rojava û Bakurê Suriyeyê li dijî dagirkeriyê û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke bêhempa tê dayîn. Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de çeteyên DAIŞ’ê 28’ê Sibatê êrîşên berfireh li ser hêzên me kiribûn û ev êrîş hatibûn şikandin. Di vê êrîşê de 2 rêhevalên me li dijî çeteyan bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker di 3’ê Adarê de gundê Zormixarê ya Rojavayê Kobanê bi çekên giran û bi obûs û hawanan çeperên hêzên me û malên sivîlan kir hedef û topbaran kir. Di encama topbarana dagirkeriya  Tirk de rêhevalekî me şehîd bû.

Em weke YPG û YPJ di kesayeta her sê şehîdên me tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên me yên şehîdan û tevahî gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Fedayî Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Xelîf

Navê Dayikê: Emşe

Navê Bav: Elawî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê Sibata 2018’an

***

Nav û Paşnav: Hemîdî Hicêcî

Navê Dayikê: Huriye

Navê Bav: Ebdulla

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dema Şehadetê: Dêra Zor / 28’ê  Sibata 2018’an

***

Nasnav: Mazlum Ziravik

Nav û Paşnav: Mehmûd Şêxo

Navê Dayikê: Edle

Navê Bav: Mihemed Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Kobanê / 3’ê  Adara 2018"