Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ji bo dîtina Îmamoglû û Kaya wê serlêdanê bikin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo dîtina Şaredarê ÎBB'ê Ekrem Îmamoglû, parêzer Bekîr Kaya û gelek siyasetmedarên girtî, wê serî li Wezareta Edaletê bidin.

HEVDÎTINA BI SIYASETMEDARÊN GIRTÎ RE

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li gel Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî, ji bo dîtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû yê li Sîlîvrî girtî ye, Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer, Hevşaredarê Wanê yê beriya niha Bekîr Kaya, ji girtiyên Doza Gezî û Parlamenterê Hatayê Can Atalay û girtiyên siyasî Halîl Aksoy û Ahmet Saymadî, wê serî li Wezareta Edaletê bidin.