Li gundê Berbenê di êrîşê de 21 sivîl birîndar bûn, 7 jê zarok in
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in.
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ-El Qaîdeyê, şeva Yekşemê bi çekên giran êrîş bir ser gundê Berbenê yê herêma Racoyê. Ji ber vê êrîşê 21 sivîl birîndar bûn, 7 ji wan zarok in.
Sivîlên ku ji ber êrîşê birîndar bûn:
Dunya Ehmed Bekir(17), Şêxo Abdullqadir(12), Newroz Hesen Mustefa (35), Emîne Mihemed Mustefa (80), Cuma Hisên Abdullqadir(7), Mihemed Hisên Abdullqadir(2), Foziye Mihemed (35), Fîdan Bekir(17), Mihemed Hisên Ebdo (52), Emîne Eslan Mustefa (60), Nezmiye Hesen (20), Cumana Ehmed Musa (80), Ehmed Hisên (47), Newroz Hesen (3), Hediye Elî Umer (49), Ilham Elî Umer (49), Ilham Menan Xelîl (50), Şiyar Abdullqadir, Dijle Ehmed Bekir(26), Fatime Eslan Mustefa (42), Semîra Umer Şêx(55).
Artêşa Tirk a dagirker ji destpêkê ve bi rêk û pêk êrîşî sivîlan dike. Ji 20'ê Çileyê û vir ve bi sedan sivîl hatin kuştin. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê roja 4'ê Adarê daxuyaniyek da û got, herî kêm 212 sivîl hatine kuştin. 28 ji wan zarok in, 25 jî jin in. Ji ber êrîşên dagirkeran herî kêm 612 kes jî birîndar bûn ku 76 jê zarok in.