Ji birîndarên li Racoyê 3 kes şehîd bûn
Li gundê Berbenê yê herêma Raco ya Efrînê, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên giran kir, herî kêm 21 kes birîndar bûn. 7 jê zarok in. Hate ragihandin ku ji birîndaran 3 kesên din jî şehîd bûn.

Hate ragihandin ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Berdenê ya navçeya Racoyê de Emîne Mihemed Mustefa (80), Abdulrehman Xelîl (43) û Nûri Cuma yê ku birîndar bûbûn, şehîd bûn. Rewşa 18 birîndaran jî giran e.