Çandiniya li ser axa berxwedanê
Axa Efrînê ya bi bereket a ku 400 hezar Efrîniyan û 300 hezar penaberan xwedî dike, bi berxwedanê re bêndera xwe radike.
Axa Efrînê ya bi bereket a ku 400 hezar Efrîniyan û 300 hezar penaberan xwedî dike, bi berxwedanê re bêndera xwe radike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê di roja 45’an de didome. Sedema bingehîn a ku berê dewleta Tirkiyeyê dide dagirkeriyê dijminatiya Kurdan e, lê aliyekî wê yê dilkêş jî heye.
Di dîrokê de yek ji bandora ku şer motîve dike, dewlemendî ye. Rayedarên dewleta Tirkiyeyê jixwe vî tiştî venaşêrin. Çend roj berê Fermandarê Korgeneral ê ku dagirkeriya Efrînê didomîne, Îsmaîl Metîn Temel li xwe mikur hatibû û gotibû, “Li Efrînê Sûriyeyiyên dewlemend heye, li wê derê zewqeke mezin dikin.” Ev gotin jî diyar dike ku yek ji armanca dagirkeriyê dewlemendî ye.
BAJAREKÎ KU TÊRA XWE DIKE
Li Efrînê nêzî 20 milyon darên zeytûnen hene. Efrîn girêdayî wîlayeta Helebê ya Sûriyeyê ye. Li Efrînê 365 gund, 2 bajarok û 7 navçe hene. Efrîn li ber Çiyayên Amanosê ye û avhewaya Behra Spî li vê derê serdest e. Mirov dikare li vê derê rastî şopên Beriya Zayînê salên 3300’î jî werin.
Efrîn debara xwe li ser çandinî û sewalvaniyê dike. Ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye, aboriya wê têra xwe dike û xwedîtî li bi sed hezaran penaberan jî dike. Li gorî daneyên Konseya Karên Civakî ya Kantona Efrînê, a niha 282 hezar penaber li Efrînê dijîn.
20 MILYON DARÊN ZEYTÛNAN
Li gorî daneyên Konseya Aboriyê ya Efrînê, li ser sînorên Efrînê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hene. Ji xeynî zeytûnan li herêmê darên hinar, sêv û gelek mêweyên din heye. Axa Efrînê Terra Rosa ye û di nava salê de gelek mêwe û fêkî tên danîn û çandin.
LI EFRÎNÊ BÊNDERA PÊŞÎN
Li jêr êrîşên dewleta Tirk û Berxwedana Serdemê gelê li Efrînê li nav erdan ber û berhemên xwe yên pêşîn kom dikin. Gel diyar dike ku dewleta Tirk çav berdaye axa wan, lê ew ê axa xwe nedin Tirkiyeyê.
MALBATÊN PENABER LI SER ERDAN DIXEBITIN
Hemwelatiyê Ereb ê bi navê Ammar Ebdê yê ku ji ber şerê li Helebê 3 sal berê koçî Efrînê kiriye, li ser erdê ku îcare girtiye dixebite. Ebdê got ku, “Ji ber terorîstan me ji Helebê bar kir û em hatin Efrînê. Li vê derê em debara xwe bi fêkî û mêweyan dikin. Bexdenûs, pincar û tiştên wekî vê em datînin. Em genim jî diajon.”
‘ERDOGAN BOMBEYAN LI SER ME DIBARÎNE’
Ebdê got ku, “Hawanan diavêjin me lê dîsa jî em karê xwe didomînin. Erdogan bombeyan li ser me dibarîne lê em dev ji karê xwe bernadin. Dewleta Tirk sîvîl û zarokan, hemûyan bombe dike. Ji ber bombeyan dibistanan jî navber dan.”
DEBARA MALBATA XWE DIKE
Hemwelatiyê Ereb ê bi navê Zekeriya Berzûm jî ji Helebê koç kiriye û hatiye Efrînê ji xwe re erdek îcare girtiye. Berzûm jî dibêje ku, “Me ji ber şer ji Helebê koç kir û em hatin vê derê. Li vê derê em sîr, bexdenûs, îspenaxê datînin. Lê Erdogan sîvîl û jinan bombe dike.”
‘EM BIHUSTEK AXA XWE NADIN WAN’
Hemwelatiyê Kurd ê bi navê Îdrîs Reşo jî diyar dike ku ew ê bihustek axa xwe nedin dewleta Tirkiyeyê û got, “Ev ax a me ye. Em ê ji bo vê axê şerê xwe bidomînin. Şervanên me her roj li eniyan e. Em ê bihustek vê axê nedin Tirkiyeyê.”