Gelê Efrînê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spart axê
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyên 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Bi hezaran welatiyên Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn û cenazeyê 17 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ wergirtin, bi alên YPG/YPJ’ê û wêneyên şehîdan ber bi Goristana Şehîd Avesta Xabûr ve bi rê ketin.
Li Goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.Piştre Endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Cûdî axivî û wiha got: “Komployên li dijî gelê me tên meşandin ji bo dagirkirina Efrînê ne û bi saya hevgirtina welatiyan û girêdana wan bi axa xwe ve hemû komployên dijminan tên şikandin.”
Di merasîmê de her wiha li ser navê malbatên şehîdan gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de malbatên şehîdan soza şopandina rêya şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî dan û gotin ku ew ti carî çeka zarokên xwe li erdê nahêlin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ û bi tilîliyên dayikan spartin axê.
Şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev in: “Xelîl Mihemed (Agir Efrîn), Ocalan Cafer (Ocalan Şiyê), Mihemed Henan (Pêşeng Heleb), Hisên Hesen (Harûn Lêlûn), Xidro Şiho (Armanc Şêrewa), Mihemed Mistefa (Senfor), Ebdilqadir Ehmed (Fedekar).”
Şehîdên Asayîşê: “Hemze Umer, Ebdilhadî Seydo û Mihemed Şêx Kêlo.”
Şehîdên YPJ’ê: “Cîhan Şêx Mûs (Viyan Soran) û Kiliya Sako (Birosta Xemgîn)”
Şehîdê Hêzên Xweparastinê Ehmed Mihemed, ji Hêzên Parastina Cewherî Ciwan Reşîd, Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava Mistefa Xelîl (Argêş Soran) û herdu welatiyên sivîl Remziye Umer û Ehmed Yûsif.