Li Dêrazorê fermandarê ji Efrînê: Erdogan DAÎŞ’ê xurt dike

Nûman Cîlo yê ji Efrînê yek ji fermandarê girîng ê QSD’ê ye û li eniyên pêş fermandariyê dike.

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê, yên li ser Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an dest pê kiribû û ev nêzika du mehan e didome. Di vî 45 rojan de hêzên cihê li gorî berjewendiyên xwe, helwestên cihê nîşan dan. Lê operasyona Tirkiyeyê negihişt armanca xwe. Ji ber ku li Efrînê YPG û YPJ axa xwe diparêzin. Piştî rojên 40’î hate dîtin ku bê ka planên Tirkiye û Rûsyayê çi ne.

Dema ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê didomiya min jî berê xwe da Dêrazorê ya ku yek ji eniya şer a girîng e.

Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê derbeke giran xwaribûn. Li eniyê bi şervanên YPG, YPJ û hêzên din ên QSD’ê re min hin hevdîtin çêkir. Çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê gelek çeperên xwe ji dest dabûn û di warê leşkerî de têk diçûn. Dema ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê hate destpêkirin, çeteyên DAÎŞ’ê jî dest bi êrîşan kiribû.

Nûman Cîlo yê ji Efrînê yek ji fermandarê girîng ê QSD’ê ye û li eniyên pêş fermandariyê dike. Nûman Cîlo dibêje ku, “Bi êrîşên li ser Efrînê re dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê xurt bike.  Di qada şer a Dêrazorê de, me ev tişt dît. Ji ber ku motîvasyona şer a şervanên me jî li gorî rewşa Efrînê diguherî.” Cîlo diyar dike ku dostên wan rastiya DAÎŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê baş nikare analîz bike.

Cîlo diyar dike ku qedandina DAÎŞ’ê ew ê ne bi hêsanî be û dibêje, “DAÎŞ di warê leşkerî de derbe xwariye, li Reqayê têk çûye. Lê li gelek cihan cilê xwe diguherîne û dibe rêxistineke din. Ango DAÎŞ dibe El Nûsra jî, dibe OSO jî. Mesela li ser xeta Cerablûs û Ezazê di rojekê de DAÎŞ’ê cilê xwe guherand û wekî rêxistineke din xwe domand. A niha DAÎŞ li dora Îdlîbê û li dora Efrînê xwe bi navên din didomîne.” Cîlo dibêje ku, “Heke DAÎŞ ji nû ve xurt bibe ew ê li Fransa, Almanya, Belçîka û li gelek cihên din dîsa dest bi êrîşên xwe bike. Ji ber ku dewleta Tirk şertên vî tiştî amade dike. Ji ber ku Rûsya û DYA li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng dimîne, DAÎŞ jî xurt dibe.”

Cîlo axaftina xwe wisa didomîne, “Em li her derê li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Min dixwest ku niha li Efrînê min jî şer bikira. Ji ber ku  kesên êrîşî Efrînê dikin, tu ferqa wan û DAÎŞ’ê tune.”

Nûman Cîlo herî dawîn jî dibêje ku, “Bila tu kes li ser petrol û gaza li Dêrazorê hesaban neke. Ev dewlemendî ya Sûriyeyiyan e û ya gelê Dêrazorê ye.”