Artêşa Tirk a dagirker dîsa bombe li sivîlên li Cindirêsê barand
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê jî bi balafirên şer bombe li navenda Cindirêsê barand.
Artêşa Tirk a dagirker vê sibehê jî bi balafirên şer bombe li navenda Cindirêsê barand.
Bomberdûmana bi balafirên şer danê sibehê li navenda Cindirêsê hate kirin. Li ser encama êrîşê agahî bi dest neket. Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê dîmenê navenda Cindirêsê yê piştî bomberdûmanê weşand.
Dewleta Tirk a dagirker roja Duşemê (Duh) jî bi balafirên şer bombe li Cindirêsê barandibû. Ji ber vê êrîşê 15 sivîl şehîd bûbûn, ku piraniya wan zarok bûn.
Li gundê Berbenê yê navçeya Raco jî ji ber êrîşa bi çekên giran 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, 18 jî birîndar bûbûn.
Dagirkerên dewleta Tirk ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve bi rêk û pêk êrîşî sivîlan dikin. Ji 20'ê Çileyê roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi sedan sivîl hatin kuştin. Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê 4'ê Adarê ragihand ku herî kêm 212 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin. 28 ji van zarok in, 25 jî jin. Ji ber êrîşan 612 kes birîndar bûn ku 76 jê zarok in. Bi êrîşên dawî re ev bîlanço girantir bû.