ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li gundê Mîska Jorîn yê Cindirêsê 4 sivîl şehîd bûn
Di bombebarana artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Mîska Jorîn yê navçeya Cindirêsê de 4 sivîl şehîd bûn. -
QSD: Heta niha hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 47 rojan de hezar û 588 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê 2 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrîn û navçeyên wê de 2 sivîlên din birîndar kir. -
Hemo: Efrîn dikare cîhanê ji Erdoğan rizgar bike
Siyasetmedarê Kurd Dozdar Hemo diyar kir ku Erdoğan li ser hemû gelên cîhanê tehdîdeke mezin e û got, “Li Efrînê ew ê neviyên Osmaniyan têk biçin. Efrîn wê cîhanê ji Erdoğan rizgar bike.” -
Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin
Gelê Efrînê 17 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke taybet veşartin. -
Artêşa Tirk li Meydan Ekbezê 300 gundî dîl girt
Dewleta Tirk a dagirker li nehiya Meydan Ekbezê 300 sivîl dîl girt ku extiyar û zarok jî di nav de hene. Tê gotin ku zext li sivîlan kiriye ku ji bo bi rengekî 'erênî' biaxivin. -
Nasnameya 8 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 8 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Efrînê di berxwedana dijî dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bûn eşkere kir. -
Edlîbî: Zîhniyeta DAÎŞ'ê li ku be em ê biçin wir
Berdevkê Artêşa Şoreşgeran Ebû Omer Edlîbî li ser vekişandina hêzên xwe ji Dêra Zorê û şandina ji bo Efrînê ji ANF'ê re axivî. -
Balafirên şer bombeyan li malên sivîlan dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Miska Jorîn a li navçeya Cindirêsê barand. -
Li Şera şerekî dijwar diqewime -NÛ BÛ
Li navçeya Şera ya Efrînê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de 20 leşker hatin kuştin, tankek û wesayiteke leşkerî hatin teqandin. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li navçeyê dibarînin. -
Li Cindirêsê şer giran e
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 47'an de ne. Li navenda navçeya Cindirêsê, di navbera şervanên YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime. -
YPG'ê bang li Rûsyayê kir
Fermandariya Giştî ya YPG'ê diyar kir ku vekirina qada hewayî ji dewleta Tirk re rê li ber komkujiyan û hilweşandina gund û bajaran vekiriye û ji Rûsyayê xwest ku dest ji vê biryara xwe berde. -
Bavê şehîd Başûr da ser şopa kurê xwe û hat Efrînê
Yek ji şehîdên Berxwedana Serdemê Başûr Soran e. Bavê Soran Hadî Omer, ji bo dîtina hevrêyên kurê xwe hate Efrînê. Dayika du şehîdan Kurdistan Halo jî ku ji Rojhilat hate Efrînê got, "Em li ser xeta Efrînê li hev bicivin." -
Şervanê enternasyonalîst Hîlmarsson li Efrînê şehîd ket
Şervanên enternasyonalîst ê Îzlandî Haûkûr Hîlmarssson (Şahîn Huseyîn) li Efrînê şehîd ket. -
Artêşa Tirk a dagirker li Şerayê sivîlek din jî qetil kir
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê sivîlek din jî qetl kir. -
SACP: Êrîşên qirkirinê yên li Efrînê bila bên rawestandin
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîka (SACP) ragihand ku bi zimanekî tund qetlîamên dewleta Tirk û çeteyê wê yên bi pere yên li ser Efrînê şermezar dikin. -
Bi hezaran kesên gihiştin Efrînê li dijî êrîşan dest bi nobedê kirin
Bi hezaran kesên li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser navçeya Şerayê herikîn navçeyê, li dijî êrîşan wê heta sibe nobedê bigirin. -
Hêzên Şoreşger: Em ê hêzên xwe bişînin Efrînê
QSD û hevparên wê, bi daxuyaniya hevpar a dayî ji ber sedema bêdengiya civaka navneteweyî ya li dijî qetlîamên li Efrînê ragihand ku wê hêzên xwe yên li rojhilatê Firatê li dijî DAIŞ’ê têkoşîn dikirin bişînin Efrînê. -
Di êrîşa artêşa Tirk a li ser Cindirêsê de Dr. Şiyar şehîd ket
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrîn û navçeyên wê de, Dr. Şiyar Hecî Ebdo yê ku li Cindirêsê erka tenduristiyê pêktanî şehîd ket. -
Parîs û Londra banga lezgîn a civînê li NY’yê kir
Fransa û Îngiltere piştî serneketina agirbestê û şûnde banga lezgîn a civînê li Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir. -
Bi hezaran jin gihiştin Efrînê
Bi hezaran jinên ku ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê li Efrînê ketibûn ser rê, gihiştin Efrînê. -
Artêşa Tirk li Mabetayê 2 sivîl qetil kir
Di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de, ya bi ser gundên Merka û Kaxrê ya navçeya Mabatayê de, du sivîl şehîd bûn û sivîlek birîndar bû. -
QSD'ê bîlançoya roja 46'an a 'Berxwedana Serdemê' eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 seat ên dawî ya ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. -
Ceyş El Siwar: Em xwe ji Reqayê vedikişînin û diçin Efrînê
Berdevkê Fermî yê Ceyş El Siwar diyar kir ku wan hêzên xwe ji rojhilatê Firatê vekişandine û ji bo tevlî Berxwedana Serdemê bibin şandine Efrînê. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe yên 28’ê Sibata 2018'an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn û nasnameya şervanekî xwe ku sala 2013'an de li Tirbespiyê şehîd bû, eşkere kir.