Cenazeyê şehîd Mezlûm bi merasîmeke heybet hate veşartin

Welatiyên Kantona Kobanê bi merasîmeke heybet cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Şêxo (Mazlum Ziravik) ê 3’yê Adarê li gundê Zormixarê yê Kobanê di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Bi welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG′ê Mehmûd Şêxo (Mezlûm Ziravik ku 3′yê Adarê li gundê Zormixarê ya rojavayê bajarê Kobanê dike, di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dicle ve ketinê rê. Her wiha di merasîmê de nasnameya birayê şehîd Mezlûm, şervanê YPG′ê Mihemed Şêxo (Rêber Kobanê) li 10′ê Sibatê li herêma Racoyê ya Kantona Efrînê şehîd bûye jî hate eşkerekirin.

Piştî ku girse gihişte goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Yaşer Kobanê axivî, sersaxî ji malbata şîhîd re xwest û got: ″Em ji axa Kobanê ya pîroz bajarê berxwedanê Efrînê silav dikin. Em soza domandina têkoşînê û şopandina rêya Mezlûm û Rêber didin. Em tola herdu birayên ku ji bo parastina axa welat canê xwe feda kirine, hilînin. Şehadeta wan hêz û îsrara me ya şerê li dijî terorê zêde dike.″

Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî jî axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê malbata şehîd jî Ehmed Miso axivî û got: ″Îro em du kulîlkên din li baxçeyê şehîdan diçînin. Em bi şehîdên xwe serbilind in, ji ber ku wan soza ku dayî gelê xwe pêk anîn û di oxira parastina rûmeta gelê xwe de şehîd bûn. Em ê li ser rêya van têkoşeran têkoşîna li dijî dagirkeriyê bidomînin.″

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Mazlûm bi dirûşma “Şehîd Namire” û tilîliyên dayikan hate veşartin.