Bîlançoya wehşeta li Cindirêsê: 13 sivîl şehîd bûn, 3 jê zarok in

Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a barbar, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê 13 sivîl şehîd bûn ku 3 ji wan zarok in. Gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker van rojên dawî bi rengekî bê navber bi balafirên xwe yên şer êrîşê dibe ser navçeya Cindirêsê ku bi hezaran kes lê dijîn.

Danê vê sibehê jî balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li sivîlên li navçeyê barandin.

Ji ber êrîşê gelek xanî xera bûn. Çavkaniyên herêmî gotin, 13 sivîl ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane, ku 3 ji wan zarok in.

Li navçeyê karê lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Rewşa hin ji birîndaran giran e. Çavkaniyên herêmî dibêjin, dibe ku hejmara şehîdan zêde bibe.